Li Kobanê bawernameyên Mamosteyan hate dayîn

17:11

JINHA

KOBANÊ - Îro li Peymangeha Amedekirina Mamosteyan ya Kantona Kobanê bawername li mamosteyan hate belav kirin.

Îro li Peymangeha Amedekirina Mamosteyan bawerneme li endamên perwerdeyê hate belavkirin. Dewreya yekemîn ku di 1-6-2015'an de despêkirinbû di di 12'ê vê mehê de bidawî bibû ji 190 mamosteyî pêk tê, jê 160 şagirt bi ser ketin û 30 kesî nekarî bawernameyê wergire. Ji bo şagirtên serketî ango mamosteyên pêşerojê şahiyek hate lidarxistin.Di hewşa Peymangehê wêneyên pakrewanan û pankarta"Asta Pêşketina Ziman Asta Pêşketina Jiyanê ye" hatibû daliqandin. Şahî bi deqeyek rêzgirtin despê kir. Ji Desteya Perwerde û Rêveberiya Xweser jî beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de Nesrîn Kenan di axaftina xwe de şagirtên perwerdeyê pîroz kir û wiha got, "Em vê dewreyê di serî de li pakrevanan û li Rêber APO pîroz dikin. Divê were zanîn perwerde girîng e. Me bi tîpekê despê kir, niha em gihîştine asta vekirina dibistan û peymangehan. Şehîd Viyan, Perwîn, Gulistan û Rodî ji bo ziman gihîştin asta şehadetê."

Mihemed Şahîn bi ser navê Qada Fikir û Ramanên azad axivî û got: "Şoreşa Rojava wê bibe nimûne ji perwerdê re û serketina mamosteyên ku di peymangehê de serketine, wê bi xwe re nifşeke nû biafrîne."Di dawî de Mihemed serkeftin ji mamosteyên nû bawername wergirtin re xwest. Aras Hisowek Endamê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk jî mamosteyên bawername wergirtine pîroz kir û got: "Tişta ku hişt berxwedana Kobanê bi ser bikeve perwerde bû. Perwerdeya ziman jî beşek ji parastinê ye. Parastina ziman, çand û hebûnê ye."

Di dawî de li ser navê Peymangeha Amedekirina Mamostan Muslim Nebo axivî û got: "Ev mamostê wê bibin afrînerên nifşa nû." Piştî axaftinan, bawername li mamosteyan hate belavkirin.
Hin mamosteyên bawername wergirtine hestên xwe ji ajansa JINHA re anîn ziman.

Mamosteya bi navê Behdînan Hecî Mehmûd wiha hestên xwe anî ziman: "Di de sepêkê ez vê serketinê li tevahiya hevalên xwe yên bawername wergirtin pîroz dikim. Ji Peymangehê re spas dikim ku ev derfet nîşanî me da û li ber me ked dan. Beriya ku em werin Peymangehê me tenê dikarîbû bi fêrbûnên sîstema perwerdeya rejîmê û bi taybet bi zimanê Erebî, lê niha em bi perwerdeya li vir fêrî çand, dîrok û zimanê xwe bûn." Behdînan di dawiya axartina xwe de spasî li mamosteyên peymangehê kir.

Rojîn Bedirxan jî mamosteya nû ya ku bawername stendiye ji me re hestên xwe wiha vegot: "Me îro bawername stand, em gelekî kêfxweşin, ji ber nifşê nû bi zimanê Kurdî perwerde dibîne û em jî perçeyek ji vê xebatê ne." Rojîn bangî tevahiya jinên xwendekar ên derketine derveyî welat kir ku werin cihê xwe di nava dibistan û xebatê perwerdeyê de bigrin.

Şahî bi dîlan girtinê bi dawî bû

(rê/en/rc)