Kantona Efrînê 2. salvegera Rêveberiya Xweser pîroz kir
17:15
JINHA
EFRÎN- Li Kantona Efrînê şahiyeke pîrozbahiyê ji bo 2. salvegera Rêveberiya Xweser hate li darxistin. Şahî bi tevlîbûna saziyên sivîl, rêxistinên partiyan û welatiyan ve hate pîroz kirin.
Rêveberiya Xweser ya kantona Efrînê di 2. salvegera îlankirinê li salona Zagros ya bajarê Efrînê hate pîrozkirin. Şahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî wê hevseroka Kantona Efrînê Hêvî Mistefa axivî. Hêvî di axaftinên xwe de balkişand ser serkeftina xebatên Rêveberiya Xweser di kantonê de û got ruxmî tevayî êrîşan wan karî li pergala xweseriya demokratîk xwedî derkevin.
Hêvî Mistefa bal kişand ser aliyên dijberê Şoreşa Rojava û hewldanên wan ên binxistina şoreşê û wiha domkir: "Ger ku îro em vê rojê pîroz dikin, ev bi saya xwîna şehîdên ku hiştin êrîş werin vala derxistin de ye. Em ê jî xwedî li ked û xwîna ku hatiye rijandin derkevin û xebatên xwe yê ji bo xweseriyê berdewam bikin. Em ê bi hevrebûyîna pir-rengan tevahî êrîşan vala derxin."
Piştî axaftina Hêvî Mistefa li ser navê YPG'ê fermandar Delîl Çirav jî ev roj pîroz kir. Her wiha li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk, Rêxistina Yekîtiya Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk ya Kurdên Suriyê, Partiya Yekîtiya Ereban, Partiya Yekîtiya Demokratîk, Saziya Malbatên Şehîdan û Desteya Siyasî ya Meclîsa Suriyeya Demokratîk axaftinên pîrozbahiyê hatin kirin.
Şahî bi komên çandê, bi sitran û dîlanan bi dawî bû.
(fr/zd/en/rc)