Zarokên xwe emanetî hevjinê xwe kir û tevlî çalakiya nobetê bû
19:12
JINHA
MÊRDÎN - Li Stenbole jina bi nave Nazîme Taş (36) zarokên xwe emanetî hevjinê xwe kir û têvlî çalakiya nobetê ya Girêmîra bû. Nazîme wiha got: "Eger ev dorpêç û êrîşên li ser gel nerabe ezê zarokên xwe jî bînim, ez dev ji vê berxedanê na berdim."
Li Taxa Giremîra Nisêbînê çalakiye ya ku ji bo bal kişandina li ser Cizîrê tê domandin, gel berxwedana xwe mezin dikin. Çiqas diçe têvlî bûna çalakiyê zêdetir dibe. Ji bo ku dorpêça li ser Cizîre bişkînîn ji gelek bajaran gel herikî Giremîra. Di nav wan de Nazîme Taş zarokên xwe hiştin û hat têvlî nobetê bû. Nazîmê zaroka xwe ya 5 salî hişt û têvlî çalakiyê bû. Nazîme bangî dayikan kir û dom kir: "Werin ev jî zarokên me ne, em zarokên xwe nehêlin tenê."
'Cihê min rehete lê wijdana min ne rehate'
Nazîme wiha berdewam kir: "Ev 7 rojin birîndar li benda ambulansenê ne çawa wê wîjdana min rehet be. Li wir zarokên me birîndar hene, ezê çawa rehet razim. Ciyê min rehet bû, lê wijdana min ne rehet bû. Eger ez kurdekbim û welat parezêk bim gerek ez dinav berxwedanê de ciye xwe bigrim."
(dt/zt)