'Parastina cewherî ji nan û av girîngtir e'

09:02

Sosin Xanê/JINHA

RIMÊLAN - Endamên Jin ên Dewreya Hêzên Parastina Cewherî li Rimêlan perwerde nirxandin. Endamên hêzên parastina cewherî gotin, "Em naxwazin wek jinên Şengal û Mûsûlê di bazaran de werin firotin. Ev jî pêwîstiya me ya perwerdeya leşkerî û cewherî duqat zêdetir dike."

Hêzên Parastina Cewherî bi felsefeya pêşxistina parastina civakê li tevahiya Rojava dewre vekiriye. Di vê çerçoveyê de li Rimêlan dewreya perwerdeyê tê meşandin. Jinên ku beşdarî dewreya perwerdeyê bûne nêrînên xwe bi me re parve kirin.
13 jin tevlî dewreya perwerdeya HPC'ê bûne.

Hevseroka hêza parestina cewherî li Girkê Legê Newroz Mihemed di derbarê vebûna dewreya perwerdê de wiha got, "Ne tenê ji Rimêlan ji bajarokê Girkê Legê û gundên derdor jî beşdariya perwerdeyê heye. Bi giştî hejmara dewreyê 40 e ku ji wan 13 jin in. Perwerdeya nû dê heya 15 rojên din bidome. Newroz da zanîn ku ew nû dest bi perwerdê kirine û wiha domkir, "Waneyên me hem leşkerî hem teorî û bîrdozî tê dîtin. Siharê spor tê dayîn. Piştî xwarina taştê perwerdeya leşkerî û bîrdozî despêdike."
Newroz ji bo tevlîbûna jinan di nav hêzên HPC'ê de jî wiha got, "Ev perwerde ji nan û avê girîngtir e ji bo jinan. Ji ber jin fêr dibin xwe biparêzin. Civakê biparêzin. Jixwe di çavên jinan de mirov kêfxweşiya wan dibîne. Her ku tişteke nû hîndibin bi xwe bawermend dibin."

'Hêza Parastina Şoreşê Jin e'

Endama hêzên parastina cewherî Ayten Hisên a ji gundê Hilêqê beşdarî dewreyê bûye li ser perwerdeyê wiha nêrîna xwe anî ziman: "Li gor min perwerde tê wateya avakirina kesayeta xwe, kesayeteke nû. Perwerdeya parastina cewherî jî ji bo me jinan pir girîng e. Şoreşa me wek şoreşa jinê tê nasîn. Wê demê divê hêza parastina şoreşê herî zêde jine be. Ez weke jineke ciwan, min pir dixwest ez tevlî vê perwerdeyê bibim. Di perwerdeyê de em wek jin jî fêrî pir tiştan bûn. Em naxwazin wek jinên Şengal û Mûsûlê di bazaran de werin firotin. Ev jî pêwîstiya me ya perwerdeya leşkerî û cewherî duqat zêdetir dike."

'Dixwazim pêşiya qirkirina jinan bigrim'

Behîce Nûrî sedema hatina xwe ji perwerdeyê re wiha bilêvkir: "Ez hatim vê perwerdeyê di serî de bikarim xwe û jinan biparêzim. Wiha jî dixwazim pêşiya qirkirna jinan bigrim. Ez dixwazim hevalên min yên jin werin perwerdeyê û wiha bikaribin mala xwe, zarokên xwe û taxên xwe biparêzin."

'Hevseroka Girkê Legê jî şagirda vê dewreyê ye'

Hevseroka şaredariya bajarê Gırkê Legê Heznê Temo ku ew jî di nav beşdarvanên dewreyê de ye got: "Min weke jineke ciwan dît pêwîstiya min ji perwerdeya cewherî re heye. Ev perwerde girînge. Li ser gelê me, li ser şoreşa me xeterî dom dikin û ji bo parastina xwe em neçarin perwerde bibînin. Niha ez pir kêfxweşim ku ez tevlî vê dewreyê bûme. Ez xwe di ewlehiyê de hîs dikim. Dizanim ji vir pêve ez dikarim xwe û civakê ji hêla leşkerî ve jî biparêzim."

(rc)