Li lutkeya Çiyayê Şengalê perwerda jinan a zimanê kurdî

09:03

Delîla Axîn-Ronahî Şengal/JINHA

ŞENGAL - Li Çiyayê Şengalê jin perwerdeya zimanê kurdî dibînin. Mamostaya perwerdê dide Buharîn Amara got: "Ev daxwaza jinan bû perwerdeya ziman bibînin. Dema ku me dest bi perwerdê kir birastî jî me pêdiviya perwerdê dît. Jinên li vêderê perwerde dibînin hemû jî ji xwe bawerin wê ji perwerdê tiştên baş bigirin."

Li Çiyayê Şengalê jin hem parastina xwe dikin hem jî jiyanê ji nû ve avadikin. Di bin banê Meclisa Jinên Şengalê de jiyan ji nû ve tê avakirin. Di biniya meclisê de perwerda zimanê kurdî tê dayîn. Ji bo zarokan dibistan hatine vekirin. Ji bo jinan jî perwerdeya zimanê kurdî tê dayîn. Mamostaya Kurdî Buharîn Amara ser perwerdeya ji bo jinan dayîn destpêkirin de wiha axivî; "Me xwest ji bo jinên Şengalê perwerdeya zimanê Kurdî bidin despêkirin. Perwerdeya me li ser vê esasê, hemu jin xwe li ser ziman û çanda xwe peş bixinin. Jin hinbûnaxwe ya ziman û çandê bidin zarokê xwe ku diroka xwe winda û jibir nekin. Ew çanda ku bi hezaran salan hatiye winda kirin bi carekdin zindî bibe."

Mamostê Buharîn ji bo ji nû ve avakirina civakekê perwerdeya jinan şerte û wiha domand; "Daxwaza Rebêr Apo ewe ku, her jinek xwe fêrî zimanê Kurdî bike. Îro me dest bi perwerdeya zimanê Kurdî kir. Emê perwerdeya xwe heya dawî bi serkeftinê bi rê ve bibin. Jinên ku tevlî vê perwerdê bun hemu ji xwe bi bawerin. Emê bihev re bi ser bikevin û dema pêş emê perwerdeyên xwe berfirehtir bikin ku hemû jinên Ezîdi bikaribin xwe tevlîbikin."

'Ziman ji bo hemû gelan pêdiviyek serekeye'

Jina bi navê Canê Hayder jî wiha axivî; "Îro em perwerdêya zimanê Kurdî dibînin. Wek jin em gelek kefxweşin. Hêviya min ewe ku jin xwe fêrî her tiştî bike. Bila siyaset, politika, huner, leşkertî, felsefe, abori û her tiştî hîn bibin. Naveroka jiyanê bizani be. Ji xwe ew hemu teybetmendî di cewhera jinê de hene. Divê jin, bi rêya perwerdeyan carekedin, xwe pênase û nas bike û vegere cewherê xwe yê esasî. Ji ber ku jin wateya jiyanê ye. Dîsa, ya herî giring ewe ku jin xwe fêrî ziman bike û di gelek perwerdeyan de derbaz bibe. Ziman ji bo hemu gelan pir giringe. Bi teybet em wek Kurd ji bo çanda xwe biparêzin, divê em destpêkê xwedî zimanê xwe derbikevin. Heya em azad bibin pewîstiyê me bi gelek guhartin û veguhartinê heye. Ji bo vê ji her jinek divê li ser perwerdeya xwe bixwe bisekine. Daxwaziya min ewe ku jin di cihanê de bi rêxistin û bi ser bikevin."

Dayîka bi navê Xivşê Hîdo destnîşan kir ku ew bi perwerdeya dibînin gelek kêfxweşin û got; "Em gelek kefxweşin ku ev perwerde li ser zimanê Kurdi ji me ra heta vekirin. Daxwaza min ewe ku her jinek, li kuderê bibe bila bibe divê xwe fêrî zimanê Kurdî bike."

(zt)