'Dawiya Erdogan bi destên ciwanan e'

09:05

Sorgul Şêxo/JINHA

TIL TEMIR - Jinên Ciwan li bajarê Til Temir piştgiriya xwe ji berxwedana Xweseriya Demokratîk a li Bakûrê Kurdistanê anîn ziman.

Jinên ciwan ên bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê li beramberî qetilkirina bi dehan kesên li Bakûr li berxwe didin nerazîbûna xwe diyar kirin û gotin, "Em êrîşên dewleta Tirkiyê bi tundî şermezar dikin."

Jina ciwan Lorîn Emîn piştgiriya xwe ji bo berxwedana Bakûrê Kurdistanê wiha anî ziman: "Ez dewleta Tirkiyê şermezar û lenet dikim. Berxwedana rûmetê li Bakûr tê meşandin û serkeftin a Bakûr e, serketin a ciwanan e. Ciwan îro li her çar perçeyên Kurdistanê şerê dijmin dikin û ev têkoşîn dê bigihêje azadiyê. Dê ciwan siyaseta Erdogan li Bakûrê Kurdistanê vala derxin. Jixwe em di wê baweriyê de ne dawiya Erdogan dê bi destên ciwanan bibe. Çi ji destên me were em ê ji bo alîkarî û piştgiriya Bakûr û gelê xwe li wir bikin."

Jina Ciwan Emîne Hisên jî wiha got, "Di vê berxwedanê de pir ciwan şehîd bûn. Em wek jinên ciwan ji van şehadetan hêz digirin. Ew ji bo me dibin çavkaniya moral, bawerî û azweriya têkoşîne. Şoreşa Rojava jî bi hêza ciwanan biser ket, berxwedana xweseriyê li Bakûr dê bi hêz, bawerî û beşdariya ciwanan bigihêje serketinê. Erdogan bi siyaseta xwe ya qirêj dixwaze ciwanan ji refên şoreş û berxwedaniyê qut bike. Bi kuştina ciwanan dixwaze wan bitirsîne. Lê ciwan dê dest ji têkoşînê ber nedin. Ciwanên Kurd zane ne, polîtîkayên Erdogan û dewletê baş haydar in. Lewma dê van lîstokan vala derxin."

Jina ciwan a bi navê Nura Yesîn jî wiha got, "Ev şereke di navbera hêzên demokrasîxwaz û desthilatdarane. Ciwanên Kurd dê vê pêvajoyê bi serketinê tacîdar bikin. Ev jî dê dawiya Erdogan bîne. Jixwe dawiya Erdogan bi destên ciwanan e. Em wek jinên ciwan ên bajarê Til Temir çi ji destê me bê em ê ji bo Bakûrê Kurdistanê bikin û bila bizanibin Bakûr bi tenê nîne."

(rc)