Koçberên Şengalê vedigerin ser axên xwe
09:21
Jînda Asmen/JINHA
ŞENGAL - Êzidiyên ku ji ber êrîş û komkujiyê çeteyan neçar mane koçî Kampa Şarya yê Herêma Federala Kurdistanê bibin, vedigerin Şengala ku hatî azad kirin. Jina ku bi navê Şehla diyar kir ku bi vegerê re ew ê jiyana xwe li Şengalê ji nûde birêxistin bikin.
Ji ber êrîşê çeteyên DAIŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an ya li hember Şengalê, gelek Êzidî neçar man axên xwe terk bikin. Piştî ku di 13'ê Mijdara 2015'an Şengal azad bû welatiyên Êzidî hêdî hêdî vedigerin ser axên xwe. Jina bi navê Şehla ku dayîka sê zarokane, kêfxweşî û coşa vegerê ser axê xwe dijî. Şehla diyar kir ku piştî bajar ji çeteyan hat rizgar kirin ew vegerîn û got ew ji ber êrîşan neçar mane biçin Kampa Şarya yê Herêma Federala Kurdistanê bi cih bibin. Şehla destnîşan kir ku pêvajoya Şengalê ji bo wan gelek girîng bûye û wiha domand, "Mal û axên me ji her derî hêjatir bû. Em li benda agahiya azadkirina Şengalê bûn. Piştî azadbû jî em tavilê vegeriyan ser axên xwe."
'Ti tişt bi qasî axê ku mirov ser dayîk dibe pîroztir nîne'
Şehla anî ziman ku ew hiziriye biçe welatên Ewropayê lê dûvre dev ji vê biryarê berdaye û wiha dirêjî da gotina xwe, "Min ne xwest ji welatê xwe dûr bikevim. Tevî sê zarok û hevjînê xwe vegeriyam malê xwe. Ji ber ku ez vegeriyam Şengalê gelek kêfxweşim. Ez vê aramiya ku dijîn bi ti tiştî naguherim. Ji zaroktiya xwe ve li Şengalê mezinbûm. Ez ji vir bang li tevahî gelê Êzidî dikim; cardin vegerin. Ti tişt bi qasî axê ku mirov ser dayîk bûye pîroztir nîne. Pêdivî heye ku mirov nava gelê xwede têkiliyan avabike. Divê Şengal ji nûve cewhera xwe qezenç bike û bi tenê neyê hêştin."
'Em ê jiyana xwe ji nûde bi rêxistin bikin'
Şehla destnîşan kir ku ewlekariya Şengalê şervanên PKK'ê digrin û ji ber vê bi bawer tevdigere û wiha pêde çû, "Şengal bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqij kirin. Çeperên Şengalê gerîla digrin, ji ber vê baweriya me mezine. Her wiha pêşmerge û Êzidî jî hene. Jiyana kampan zehmete. Me xwe li kampên Duhokê de rihet hîsnedikir û ewlehiya me tine bû. Lê niha em li Şengalê ne û rihetin. Em ê ji nûve jiyana xwe li Şengalê bi rêxistin bikin. Baweriya me heye em jiyanek nû û hîn çêtir avabikin. Her tişt destê mirovande dey ez bi vê yekê bawer dikim. Ji ber vê bang li tevahî gelê Şengal û Êzidiyan dikim. Werin ser axên xwe yê pîroz û em bi hevre jiyanê ji nûde avabikin."
(rc)