Berhemên gelerî bi gitar û piyanoyê bêhnek nû digre
10:46
Sarya Gozuoglu/JINHA
STENBOL - Mûzîkjena bi navê Ruken Yilmaz di temeneke biçûk de dest bi hunera muzikê kiriye û di demeke kurt de jî albumeke ji 7 berheman pêk tê amade kiriye. Ruken bi vê albuma xwe guhdarvanên xwe kêfxweş kir. Aranjor û Piyanîstê Caz ya Genco Arîn Ruken Yilmaz got ku wan bi vê albuma derxistine ji guhdarvanên xwe re şêwayek nû pêşkeş kirine û da zanîn ku ev ji bo wan cerebeyeke nû bû.
Mûzîkjen Ruken Yilmaz di temeneke biçûk de strana gotiye, li gîtarê daye û dest bi hunera muzîkê kiriye. Ruken di 9 saliya xwe de tevlî kursên muzikê bûye û di hunera muzîkê de gavên profesyoneliyê avêtiye. Ruken hem stranan digot hem jî li gîtarê dida û piştî xwendina xwe ya Lîseyê Zanîngeha Marmarayê Beşa Mamostetiya Muzîkê qedand. Her wiha Ruken li Navenda Çanda Mezopotamyayê hunera xwe ya muzîkê dide meşandin û di demek kurt de albumeke ji 7 berheman pêk tê derxist, gihand guhdarvanên xwe. Ruken li ser albuma ku derxistiye û têkiliya xwe ya bi muzîkê re bi van hevokan anî ziman: “Ez 8-9 salî bûm min strana digot. Ez dikarim bibêjim ez hatim keşfkirin. Rojek hevalek bavê min hatibû mêvandariya me û piştî min ji wan re stran gotibû tê bîramin hevalê bavê min ji bavê min re got ‘Bi Ruken re taybet eleqedar bibin’. Bavê min ji wê rojê pê ve bi min re eleqedar bû û heta roja îro ez hatim.”
'Afrînerî û çêkîrîna mûzîkê ji bo min her dem armanc bû'
Ruken bilêvkir ku piştî dengê wê hatî keşf kirin bavê wê her dem jêre digot "Keça min ka ji mera stranek bêje" û wiha teşvîkê stran gotinê hatiye kirin û got, "Ji wê demê û pê ve her stranan dibêjim. Ji 12 saliya xwe ve min dest bi lêdana gîtarê kir û min navber neda perwerdeyê xwe. Ez derbasî Zanîngeha Marmarayê Beşa Mamostetiya Muzîkê bûm û ji wir mezûnbûm. Ji 2010'an û pê ve jî di binesaziya NÇM'ê de min dest bi çêkirina mûzîkê kir." Ruken da zanîn ku ew her dem afrînerî û çêkirina mûzîkê wek armanc girtiye û got ku ji aliyê heval û malbata xwe ve ji bo çêkirina albûman her dem dihat teşvîk kirin.
'Ji bo guhdarvanan me xebatek nû pêşkêş kir'
Ruken anî ziman ku ew stranên albuma xwe nekiriye nava qaliban û wiha pêde çû, "Min bi şêwayek resen albuma xwe amede kir. Ji ber ku min stranên gelerî bi şêwayek cuda gotiye. Bi gîtar û pîyano rengek cuda daye albuma xwe." Ruken diyar kir ku herî zêde ew eserê Zembîlfiroş nêzî xwe dibîne û wiha got, "Çîroka Zembîlfiroş min bandor kir. Min ji Qarapete Xaço guhdarkiribû û gelek bandor bibûm. Li ser vê awazê du salan xebitîm. Piştî xebatê du salan veguherî vê rewşê." Ruken da zanîn ku ew di zaroktiyê xwede stranê "Adarê" bi heskirinek mezin guhdar kiriye û wiha dirêjî da gotina xwe, "Tê bîra min her gav min wê stranê digot. Berê her dem stranên şoreşgerî hînê me dikirin. Ji bo guhdarvanan me xebatek nû pêşkêş kir."
Ruken di dawiyê de her kesî dewatê konsera ku wê di 31'ê Çileyê de li Navenda Çandê yê Şişli Kentê pêk were kir.
(fk/rc)