Li Cizîrê ambulans ji bo girtina birîndaran ket rê topbaran destpê kir

11:02

JINHA

ŞIRNEX - Ji bo 16 birîndarên ku ev 8 roj in li benda rakirina nexweşxanê ne werin girtin, ambulansek Şaredariya Şirnexê çû cihê ku lê birîndar were girtin. Lê çawa ku ambulans birêket hêzên dewletê jî dest bi topbarana mal û derdora malê kir.

Ji bo 16 birîndar û cenazeyên 6 welatiyên ku ji ber ranekirin nexweşxanê jiyana xwe ji dest dan wergire, ambulansa Şaredariya Şirnexê û kedkarên tenduristiyê yên dildar ber bi cihê ku dê birîndaran wergirin ve çûn.
Lê çawa ku ambulans gihîşt Çareyanê, wekî carên berê hêzên dewletê jî dest bi topbarana malê û derdora malê kir. Hate zanîn ku birîndar hê jî ji malê nehatine derxistin.

(rc)