Jinan li Hîndîstanê bi çalakiyan hebûna xwe diyar dikin
12:16
JINHA
NAVENDA NÛÇEYA - Jinên Hîndîstane li hember êrîşên zayendî bi avabûna kolektîfa "Dengê Vala" durxistina jinan ji qadên civakî li qadên şîn û parqa çalakî li darxistin. Ev çalakiya ecêb nivîskar Paromîta Badolojî wiha girte pênûsa xwe, "Wek jin ji ber tacîzan em nikarin li qadên vekirî xwe dirêj bikin û bêhna rojê yê xweş bikşînin nava xwe. Ev xweza ji bo her mirovêk ava bû ye."
Kooperatîfa "Denge vala"(Blank Noîse) li ayaleta Karnata yê Hîndîstanê di sala 2009'an de li hember taciz û dest avetinê hat avakirin. Endamên kooperatîfê ên ku çalakiyê xwe li hember tacîzkar, muzeyê çekan, meşê şev û bi parastina jinan ve di Mijdara 2014'an de û şûnve li Hîndîstanê çalakî pêk tînin. Jinan derbarê çalakiyê de daxuyanî dan ku ev çalakî "Tirsa ku ketiyê nava bajêr guhertine."
'Jin li qadên civakê bi gelenperî ne rehetin'
Li gorî nûçeyên sîteya Women's Web: Li bajarê Delhî roja Şemiyê di çalakiya xewê de nivîskar Paromîta Bardoloi tecrûbeyên xwe girt pênûsê. Paromîta wiha got, "Ji bo çalakiya ecêb yê ku wê saet du û nîvan de pêk were, min balîf, çarşafa nivîna û bi şalê xwe hatim Parka Deerê. Ji bo xwedî li hizir û qadên civakî derên çalakiya raketinê me pêk anî. Gava ez hatim Parkê 5-6 jin di xew de bûn.Ya rast ezmûnêk ne hêsanbû. Hûn nikarin jinan li parkê û qadên civakî ên vekirî bi awayek rihet li kolanan raketî bibînin. Min jî nivînên xwe vekir û xwe li parkê dirêj kir."
'Xweza ji bo meye lê min di nava xwezayê de rihet jiyan nekir'
Paromîta çalakiya ku wek "hevdîtina xweza û jin" pênase kiriye wiha vedibêje, "Hedî hedî çavên ku li me meze dikir min jibîr kir, min li roja zivistane mezê kir. Ez hîn bûm ku min ti car li ber xweşikbûna tîrêjên rojê yên zivistanê ne dîtiye. Ev yek jî gelek balkêş hat ji min re. Li bajarek azad dijîm lê min ti car li ber bayê ne raketime. Min ti car xweşik bûna esman nedîtibû .Jinek din jî wê gavê hat ba min, min jî nivîna xwe pêre parvekir. Em hindek peyivîn, peywendiya di navbera jinan de gelek bi wateye. Ji bo min roja herî xweş roja ku min li Parka Deereyê borandiye."
'Em tirsa xwe bi bawer diguharin'
Avanî Tondon jî vê çalakiyê li ser tora civakî wiha parvekir, "Min ti car xwe li qadên civakê yên giştî bê tirs neborand. Ev sê salin ez tevlî çalakiya xewê dibim û xwe gelek rihet û bi ewle hîsdikim. Wekî ku xwe ji nûve nasdikim xwe wiha hîsdikim. Qadên jiyanê, baxçe bi qasî ku yê mêrane yê me ye jî."
(dt/rc)