Ji birîndaran Sûltan Irmak jî jiyana xwe ji dest da

12:36

JINHA

ŞIRNEX - Ji birîndarên bi agahdariya rayedaran hewl didan ji avahiya lê asê mane derkevin, lê careke din rastî êrîşa hêzên dewletê hatin, Sûltan Irmak jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan, di encama êrîşên li hemberî avahiyê de dîwarekî din hilweşiya ye. Ji bo wergirtina 16 birîndar û rakirina 6 cenazeyên ev 8 roj in li jêrzemîna avahiyeke li taxa Cûdî ya Cizîrê asê mane, careke din hewl hat dayîn, lê belê hêzên dewletê careke din êrîş kirin û nehiştin birîndar bên derxistin. Dema ku 9 kesên bi 16 birîndaran re hewl didan birîndaran ji malê derxînin û bigihînin ambûlansên şaredariyê yên li kolana Emîr Tacdîn a 700 metre dûrî avahiyê ye, hêzên dewleta Tirk êrîşî avahiyê kirin.

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz diyar kir, ku parlamenterên HDP'ê dema bi rayedarên Wezareta Karên Hundir re hevdîtin dikirin, bi birîndaran re bi rêya telefonê têkilî hatibû dayîn, rayedarên wezaretê ji birîndaran re gotine 'derkevin' û di vê kêliyê de hêzên dewletê êrîşî avahiyê kirin. Feysal da xuyakirin ku bi vê êrîşê re têkiliya bi birîndaran re qut bûye.

Piştî demekê parlamenterên HDP'ê careke din bi birînaran re têkilî danîn. Birîndaran diyar kirin, ji birîndarên ku rewşa wan giran e Sûltan Irmak jiyana xwe ji dest daye û ji ber êrîşê jî dîwarekî din ê avahiyê hilweşiya ye.

(rc)