Dê jin li hemberî komplo û tecrîdê têkoşîna herî xurt bidin

13:49

Bêrîtan Elyakut /JINHA

AMED - Endama Koordînasyona KJA’yê Ayla Akat Ata di axaftina xwe de balê kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ku wê di hevdîtineke xwe ya di sala 2013’an de bi Birêz Ocalan re jê pirsa “Gel çi difikire îradayeke çawa nîşan dide” kiriye wê jî bersiva “Gel azadiya we dixwaze daye” Ocalan bi gotina “Em ê bi hev re Azad bibin” wê bersivandiye.

Piştî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girantir bû polîtîkaya şerê li Kurdistanê jî ket rojevê. Dema hevdîtinên Heyeta Îmraliyê bi Ocalan re ji 5’ê Nîsanê şûnde hat astengkirin bi qetlîamên Pirsûs, Enqereyê û êrîşên li ser bajarên Kurdistanê polîtîka şer berdewam kir. Ji 24’ê tîrmehê vir ve bi qedexekirina derketina kolanan êrîşên qirkirinê dest pê kirin. Endema Koordînasyona KJA’yê Ayla Akat Ata der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û diyar kir ku ev tecrîd girêdana xwe bi rewşa gelê kurd ya îro tê de ye heye. Ayla got ku pêvajoya ku li Îmraliyê di sala 2013’an de hatibû destpêkirin di nîsana 2015’an de bi dawî bûye û wiha axivî: “Ger ku em behsa pêvajoya çareseriyê bikin di vê em baş bizanin cihê kû lê hatiye destpêkirin û hatiye bidawîkirin jî Îmralî ye. Hikûmeta AKP’ê û dewleta gelek caran li ser rewşa tendurîstiya, parastin û ji bo sermuzakerevaniya birêz Ocalan hatibû şiyarkirin ku peywira xwe bikariba bilîsta.”

'Em ê bi hevre azad bibin'

Ayla da zanîn ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan mutewazîbûna xwe parastiye û ji bo pêvajo nexetime jî tişta ji dest hatiye kiriye. Ayla hevdîtineke xwe ya di çileya 2013’an de pêk anîbû bibîrxist û wiha pê de çû: “Serok Apo li di wê hevdîtinê ji min pirsa ‘Gel çi difikire îradeyeke çawa nîşan dide?’ kir min jî got gel tenê azadiya we difikire. Wî jî got ‘Em ê bi hev re azad bibin.’ Ev bersiveke gelek bi wate û bi rûmet bû. Îro gel li hemberî zilmê li kolanan têdikoşe Serok Apo jî di nav çar diwaran têdikoşe.”

'Modela netewa demokratîk gefê li tu kesî naxwe'

Ayla da xuyand ku Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi gel re yekbûna xwe avakiriye û tu hêz dê nikaribe vê rêya azadiyê têk bibe. Ayla anî ziman ku Birêz Ocalan wekî tehdît tê dîtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Fikrên Birêz Ocalan ji ber ku desthilatdara ditirsîne teqînên li Kurdistanê ber bi Rojava pejikîn. Modela netewa demokratîk gefê li tu kesî naxwe. Em dixwazin bi vê modelê her kes di nav jiyaneke wekhev, hevpar û adil bijî. Ev model tenê ji bo Tirkiyeyê naye xwestin ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi dawî bibin mifteya çareseriyê ye. Me li ser maseya makeqanûna nû hemû aliyên xweseriya demokratîk niqaş kiribû wê demê tu kesê vê yekê terorîze nekiribû. Lê dema gel bê dewlet vê projeyê dixe meriyêtê ev tê terorîzekirin.”


'Dexwazê gel yê demokrasiyê wek tehdît tê fêmkirin'

Ayla destnîşan kir ku bendewariya gel ji dewletê nemaye û di sînorên hatiye diyar kirin de tevnagere û got gel êdî pergala xwe yê demokrasiyê bi xwe avadike. Ayla anî ziman ku gel ji ber li hember pergala antî demokratîk pergala xwe yê demokrasiyê dixe meriyetê ji ber vê yekê wek dewlet li hember xwe weke tehdît dibîne û got, divê gel dexwazê gel yê demokrasiyê wek serkeftinek ji bo tevahî gelê Tirkiyê bê dîtin. Ayla bilêvkir ku hikûmeta AKP'ê yê ku li hember dexwazê gel yê guhertin û veguhertinê bûye asteng dê wenda bike.

'Di 15'ê Sibatê de em ê balê bikşînin ser çalakiyên demokratîk'

Ayla da diyar kir ku rêxistinkirina pêvajoyê ji aliyê jinan ve xwedî girîngiyek mezine û wiha pêde çû, "Pêvajoya ku heya Nîsanê bidome ji ber cih girtina me ser masê berpirsyariya me girantir dike. Di şexsê Ceylan Bagriyanik de tevahî KJA'ê û jinên rêxistinkirî cihê xwe ser masê digrin. Berpirsyariya me çalakiyên pratîk pêk anîne." Ayla da zanîn ku gelê Kurd ji 15'ê Sibata 1999'an û pê ve li hember komploya ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bêdeng nemaye û wiha dirêjî da gotina xwe, "Bûyerên pêvajoyê serokwezîrê demê Ecevît tangavbûna ku jiyan kiriye, li berçavê tevahî tirkiyê raxist. Rastiya serokwezîr yê ku nedizanî çima Birêz Ocalan radestî wan hatiye kirin hebû. Ji ber vê me komploya 99'an ti car ji rojeva xwe dernexist. Di 15'ê Sibatê de tevahî jinên Kurd di binesaziya KJA'ê de wê bên ba hev û bi çalakiyên demokratîk balê bikşînin ser pêvajoya komployê."

'Li hember dexwaza azadiyê şert û mercên tecrîtê tê girankirin'

Ayla destnîşan kir ku ji bo Sibatek din neyê jiyan kirin û Rêberê PKK'ê ji şert û mercên tecrîda girankirî bê azadkirin pêdivî bi bilindkirina berxwedanê heye. Ayla bilêvkir ku perspektîfên çareseriyê yê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daniye holê ji bo azadiya tevahî gelên Rojhilata navîne û wiha dawî li gotina xwe anî, "Li hember dexwaza me yê azadiyê şert û mercên tecrîdê tên girankirin. Birêz Ocalan ji sala 1999'an û pêve di bin tecrîdek girankirî de tê ragirtin. Her dema ku pêvajoya çareseriyê dixitime tecrît tê girankirin. Di nava çar dîwaran de mayîn herî baş jin vê rewşê fêmdikin. Ji ber vê yekê, ji bo rakirina tecrîda ser serok têkoşîna herî bi hêz jin wê danin holê."

(fk/rc)