Li Edenê 9 jin hatin binçavkirin
14:58
JINHA
EDENE - Li Edenê piştî çalakiya KJA'yê ya li hemberî dorpêç û êrîşên li bajarên Kurdistanê, 9 jin hatin binçavkirin.
Li Edenê meşa ku bi pêşengiya KJA'yê li hemberî dorpêç û êrîşên tevkujiyê yên li Kurdistanê bihata kirin, ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Bi dehan jin li Qada 5 Ocakê kom bûn û bi dirûşma "Bijî berxwedana Cizîrê" ber bi Parka Înonu ve dest bi meşê kirin. Girse li Parka Înonuyê saetekî çalakiya rûniştinê kir. Endama KJA'yê Halîme Kuş li vir axaftinek kir û bang li hêzên demokrasiyê kir ku piştgiriya berxwedana li Kurdistanê bikin.
Piştî daxuyaniyê polîs nasnameya jinan kontrol kir û 9 jin ji ber nasnameyên wan ne bi wan re bû hatin binçavkirin. 9 jinên ku hatin binçavkirin birin Miduriyeta Emniyetê ya Edenê.
(rc)