Nasnameya gerîlaya YJA Starê hat aşkerakirin

14:59

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya Şengalê ya YJA Starê nasnameya gerîlayek jiyana xwe ji dest daye da xuyakirin.

Fermandariya Şengalê ya YJA Starê nasnameya gerîlayeke jiyana xwe ji dest daye bi raya giştî re parve kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hevala me Canwelat tevlî pêvajoya têkoşîna gerîlayên me yên HPG’ê û YJA Starê ya azadikirina Şengalê bû û di vê berxwedanê de rola pêşengtî lîst, nêzî salekê di çeperên Şengalê de û di pêngava Geliyê Şilo de bi wêrektî û fedakartiyê ve di çeperên herî pêş de cih girt. Hevala me Canwelat dema li Şengalê korîdor hat vekirin, di nav komên destpêkê yên hatin qada Şengalê de bû û cihê xwe di nav berxwedana Şengalê de girt. Nêzî salekê li qadên ji Şilo heta Şengalê bi awayekî aktîf li dijî çeteyên qetlîamker şer kir û bi têkoşîna bi azm ve seknek mînak raber kir. Wek gerîlayeke YJA Starê li dijî wehşeta li hember jinên Êzîdî bûye yek ji hevalên me yên têkoşîna herî bi biryar û tûj raber kiriye. Hevala Canwelat, 26’ê Çileyê dema li girên serwer ên qada Geliyê Şilo li wezîfeyê bû di encama qezayekê de tevlî karwanên şehîdan bû.”

Nasnameya gerîlaya YJA Starê ya jiyana xwe ji dest da wiha ye:

Nasnav: Canwelat Kados
Nav-Paşnav: Soyadı: Zîlan Mihyeddîn
Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo
Navê Dayik-Bav: Behiye - Mihyeddîn
Dîrok û Cihê Şehadetê: 26’ê Çileyê 2016 / Şengal

(rc)