Leşkerên Tirk gule li gelê Rojava reşand
15:59
JINHA
DÊRIK- Li gor agahiyên nûçegihana me, duh êvarê leşkerên Tirk sînorê gundê Semsaxê Girê Tehferît derbaskirine, li beramberî vê îro bi hezaran kes ji gelê Girkê Legê û gundên Semsaxê, Beravê û Koçeratê li hev civiyan û çalekiya şermezarkirinê, li heman cih lidar xistin. Lê leşkerên ku aliyê din ê sînor bûn rasterast gel gulebaran kirin.
Di çalekiya ku îro li Girkê Legê gundê Semsaxê li ser girê Tehfertî li dijî derbaskirina sînor ji hêla leşkerên tirk ve hatibû çêkirin, leşkeran ji aliyên din ê sînor gel gulebaran kir. Li gor agahiyên gihîştin destê me kuştî an jî birîndar tine ne. Çalakvanan diyar kirin ku ew ê destûrê nedin ku Tirkiyê bê qanûnî bikeve Rojava û gotin ew ê piştgiriya xwe ji bo bakûr berdewam bikin.
(db/en/rc)