Jin li hember êrîşên zayendî gotin 'Em kolanan terk nakin'

16:21

JINHA

STENBOL - Bi sedan jin li hember êrîşên zayendî jiyan sekinandin û gotin, "Em bi hevî dikenin û jinên bi biryarin. Em bê deng namînin û kolanan terk nakin û em ê nebin hevparê vî sûcê."

Jinên ku li ser tora civakî li Caddeya Bagdatê gihiştin hev ji ber êrîşên zayendî ber bi Erenkoy ve meş li darxistin. Di meşa ku panqartên "Nebin hevparê vê sûcê" û dovîzên li ser "Tu nikarî tecevûz bikî", "Jina aram jiyana aram" û "Min rehet bihêle û mafê min binpêneke" hatibûn nivîsin hatin hildan. Di meşê de jin dirûşmeyên "Jin jiyan azadî", "Jin êdî wê bêdeng nebin", "Bedena me ked û nasnamaya me ye", "Em konanan terk nakin" berz kirin.

'Sebra me ji civakek xirabûyî re nemaye'

Parezer Tuba Torun li ser navê jinan di daxuyanî da û diyar kir ku jin her gav bi tacîzan re rûbirûne û wiha got, "Edî sebra me ji civakek xirabûyî re ne ma ye. Ji ber sûc hatî rewa kirin em li vir di çalakiyê de ne. Ji ber pitikên di zikê dayîkên xwe tên qetilkirin em li virin. Darê me ji kokê wê tê jêkirin, li ser dayîkên me beton û ax tên lêkirin ji ber vê em li qadanin."

(dt/rc)