'Mafê kes nîne bikeve axê me'

17:22

JINHA

DÊRIK- Îro gel li Girkê Legê çalekiyek li dijî derbaskirina sînor a leşkerên Tirk li dar xistin.

Gelê Girkê Legê li Semsaxê derket ser sînor û li dijî derbasbûna leşkerên tirk a sînor nerazîbûna xwe anîn ziman. Çalekvanan diyar kirin ku mafê tu dewletekê tine ye bikeve axa me.

Duh bi êvarê li gundê Semsaxê leşkerên tirk sînor derbas kirin û ketin girê Tehferî yê Rojavayê Kurdistanê. Li dijî êrîşê leşkeran gel dest bi çalakiyê kirin. Gundiyên Beravê, Koçeratê û Semsaxê jî beşdariyeke berfireh di çalakiyê de kirin. Leşkerên Tirk jî bi navber gule ber bi gel ve reşand, lê ruxmî vê jî girseya gel belav nebû û çalakiya xwe domand.

Nerazîbûna dayîkan li dijî leşkerên tirk

Dayikên di çalakiyê de nerazîbûna xwe li hemberî derabskirina leşkeran yê sînor dan. Jina bi navê Sultan Hesen wiha got, "Duh leşkerên tirk derbasî vî milî bûn. Tirk wer dizanin ev ax ya wan e an jî bêxwediyî ye! Heya dixwazin ku axê me îşgal bikin. Lê bila bizanibin ev ax ya me ye û em ticarî nahêlin ku ew derbasî axê me bibin."

Piştgiriya Bakûrê Kurdistanê kirin

Dayika bi navê Sosin Hecî jî wiha got: "Em ji sibehê ve li vir in. Leşker li aliyê din gule li me dibarînin, dixwazin çavên gel bitirsînin. Ev ax ya Kurdan e û em ti car axa xwe bernadin. Jixwe Tirkan axa Bakûr dagir kirine, gelê me li wir di nav berxwedaniyê de ye. Em jî piştgiriya Bakûr dikin. Em ticarî rêya xwe bernadin û em ê li dû doza xwe û şehîdên xwe bimeşin." Nesrîn Hadî jî nerazîbûna xwe li dijî leşkeran anî ziman û wiha got: "Em îro li vir hazir bûne ji bo pêşiya leşkerên tirk bigrin ku neyên ser axên me. Duh leşkerê Tirk hatibûn Semsaxê û sînor derbas kiribûn, îro jî leşkeran gule li me raşandin, lê em hertim amade ne ku parastina welatê xwe bikin û em nehêlin leşkerên tirk derbasî axê me bibin."

(db/en/rc)