Kampanya Zeynep Celaliyan li Til Temir gihêşt armanca xwe
18:04
JINHA
TIL TEMIR - Li tevahiya bajar û bajarokên Rojava ji bo azadiya Zeynep Celaliyan ji 15'ê Çileyê de ji aliyê Yekîtiya Star ve kampanya komkirina îmzeyan hatibû destpêkirin. Li Til Temir 18'ê Mehê dest bi kampanyayê hatibû kirin. Yekîtiya Star bi daxuyaniyekê diyar kir kampanya gihîştiye armanca ku hedef kiribûn û ew li bajêr dawî kampanyayê xwe anîne.
Kampanya komkirina îmzeyan ji bo Zeynep Celaliyan li Til Temir 6 rojan dewam kir û dihat payîn ku herî kêm 4 hezar îmze were komkirin. Rêveberiya Yekîtiya Star bi daxuyaniyekê da zanîn kampanya gihîştiye armanca xwe û ew dawî li kampanyayê tînin. Hate hînbûn ev îmze bi rêya komînan li bajêr û gundan hatine komkirin. Li gorî agahiyên ji me re hatine ji 30 gundan îmze hatine kom kirin, ji van gundan 12 ser xeta Serêkaniyê, li ser xeta Zirganê jî 9 gund, 3 gund li ser xeta Qamişlo û 6 gund jî yên li ser xeta Hesekê ne. Di daxuyaniya Yekîtiya Star de îşare pê hate kirin armanca kampanyayê ew bû ji bo girtiya Siyasî ya li girtîgeha Îranê Zeynep Celaliyan îmze kom bikin. Jinên li bajarê Til Temir bi elaqe û piştgîrî tevlîbûn. Diyar bûye jin dê Zeynep Celaliyan bi tenê nehêlin.
Me jî di derbarê rewşa Zeynep Celaliyan xwest ji rêveberên jin ên bajêr nêrînên wan bigrin. Di derbarê mijarê de Nûhat Şendî yek ji endama rêvebera jin a PYD'ê yê bajarê ji mîkrofona JINHA'yê re axivî. Nûhat got, " Zeynep Celaliyan di girtîgehê de tê ragirtin. Sedema girtinê û îşkencê wek jin mafê xwe xwestine. Sedema ku nayê dermankirin jî heman e. Lê divê were zanîn çiqas îşkence li ser jinê bêkirin jî jina Kurd dev ji şer û têkoşînê ji bo mafên xwe ber nade." Nûhat Şendî di dewama axaftina xwe de bang li sazî û rêxistinên navnetewî ên mafê mirovan kir û got, "Divê rêxistinên mafê mirovan li beramberî rewşa Zeynep Celaliyan hişyar tevbigerin. Bêdeng nemînin û destek bidin ku Zeynep bigihêje mafên xwe yê azadî û dermankirinê ."
Firyal Bedirxan endama rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM a bajarê Til Temir jî wiha got, "Pêwîste herkes xwedî li vê kampanyayê derkeve. Ji ber Zeynep Celaliyan daxwaziya maf û doza gelê xwe û jinan kir. Tu dewlet naxwazin jin xebatên siyasî bike, an jî li beramberî wan têkoşîn bikin. Ji bo ev zihniyet bişkê Rojava mînaka herî baş e. Lê di heman demê de divê jinên li Rojava piştgiriya tevahiya Kurdistanê jî bikin." Firyal Bedirxan di dawiya axaftina xwe de wiha got, "Îro roja berxwedana jinê ye, şoreşa jinê ye. Lewma divê hemû jinên cîhanê xwedî li hev derkevin. Bi taybet xwedî li girtiya siyasî Zeynep Celaliyan derkevin."
Tê payîn piştî kampanya bigihêje hejmara tê xwestin, îmze ji hêla rayedarên Yekîtiya Star ve li ciheke navendî werin komkirin û paşê ji bo saziyên mafê mirovan ê Ewrûpa were şandin.
(sş/rc)