Jina Ereb û serhildêr

09:08

Ebîr Ehmed/ JINHA

HESEKÊ - Şervanên YPJ'ê ên ku bi berxwedana xwe dîrok nivîsî, ji tevahî jin û netewên cuda re jî bûye çavkaniya jiyanê. Lîlav Xabûr yê ku ji pêkhatiya Erebe hebûna xwe bi YPJ'ê pênase dike.

Hêza YPJ'ê ên ku bi berxwedana xwe êrîşê pergalê desthilatdariyê di şexsê çeteyên DAIŞ'ê vala derxistine, ji tevahî cîhanê re bûne çavkaniya jiyanê. Şervanên YPJ'ê ên ku bi sekna xwe dîroka berxwedaniyê nivîsîne, baweriya gelek jin qezenç kir. Yek ji jinên ku ji pêkhatiya Erebane û bi sekna şervanên YPJ'ê bandor bûye Lîlav Xabûr e. Lîlava 24 salî hebûna hêza xwe di nava YPJ'ê de pênase dike û li hember zîhniyeta desthilatdariyê biryarê têkoşînê dide.

'Jin pêşengiya civakê dikin'

Lîlav diyar kir ku ew ji ber çanda desthilatdariyê di temenê biçûk de ji dibistanê û xwendinê maye û wiha domkir, "Wek jinek neçar mabûm girêdayî kevneşopiya civakê bijîm. Ji ber pergalek li hember jin hatî rûnişkandin heye. Bi şoreşa Rojava re rewşa jinan hat guhertin. Jin pêşengiya civakê dikin. Ez bi sekna jinên YPJ'ê gelek bandor dibûm."

'Li hember çeteyan min biryarê têkoşînê girt'

Lîlav destnîşan kir ku piştî êrîşê çeteyan li ser gundê wan Eşra a girêdayî bajarê Hesekê kirin ew êdî biryarê tevlîbûnê girtiye û wiha pêde çû, "Çeteyên DAIŞ'ê piştî êrîşê gundê me kirin zarok, jin û ciwanan qetilkirin. Dest dirêjî jinan kirin, hevalek min hebû li ber çavê min qetilkirin. Her der hilweşandin. Êrîş û kiryarên dervî ehleqê mirovahî pêk hatin, ev yek bandorek mezin li ser min çêkir. Lê min ne xwest tenê bibim temaşevan. Ji ber vê li hember çeteyan min biryarê têkoşînê girt û tevlî nava hêzên YPJ'ê bûm."

'Hêzên YPJ/YPG'ê parastina tevahî gelan dike'

Lîlav anî ziman ku ew bi berxwedana YPG/YPJ'ê yê li hember çeteyên DAIŞ'ê bi bandor bûye û wiha domkir, "Min hêzê berxwedanê dît û tevlîbûm. Hêzên YPJ/YPG'ê parastina tevahî gelan dikin. Ti cudahî naxe navbera gelan, bawerî, ol û netewan. Dema min ev rastî dîtin di Gulana 2015'an de ez tevlî nava hêzên YPJ'ê bûm."

'Bi sekna xwe miin nêrîna malbatê guhert'

Lîlav da zanîn ku ew bi dîtina perwerdê re kesetê xwe naskiriye û wiha dirêjî da gotina xwe, "Min derbarê ehlaq û dîroka jinê de perwerde dît, her wiha perwerdeyên leşkerî û parastinê. Di perwerdê de min baweriya parastin kirinê girt û wiha li gelek çeperên şer yên wek Hol, gundewarên başûrê Hesekê de hember çeteyên DAIŞ'ê min cih girt." Lîlav bilêvkir ku malbat di serî de li dijîbû ku beşdarî nava YPJ'ê bibe û wiha got, "Malbat di serî de ji tevlîbûna min ne razîbûn. Lê bi sekna xwe min nêrîna wan jî guhert. Êdî cih di nava YPJ'ê de girtin wek cihê serbilindî û şêhnaziyê ye. "

'Min azadiya xwe di nava YPJ'ê de dît'

Lîlav di dawiya gotina xwede wiha got, "Min azadiya xwe di nava YPJ'ê de dît. Rastiya jin yê ku dikare bi vîna xwe yê cewherî her tişt bike min dît. Zanistiya pêşengiya jin bi sayê fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan pêşketiye. Ez banga tevlîbûna jinên ciwan ji refê YPJ'ê re dikim û dibêjim divê ti jin durî rêxistinê nemîne."

(rc)