Li Îranê koteya jin yê hilbijartinê tê xistin
09:09
Şengar Biradost/JINHA
SILÊMANÎ - Bi sedan kesên Rojihilatê Kurdistanê ku dixwestin di hilbijartinên giştî yên Îranê de bibin namzed, daxwaziyên wan hatin redkirin. Di nav wan de parlamenterên niha yên kurd ku piraniya wan jî jinin hene.
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, di destpêka meha Adarê de wê hilbijartinên perlementoyê werin li darxistin. Êdî dem nêz dibe. Lê hat zanîn ku li Rojihilatê Kurdistanê piranî kesên xwe wek namzet dabun nîşandan namzetiya wan ji aliyê dewleta Îranê ve hatiye redkirin. Di nav wan kesên ku daxwaza namzetiya wan hatiye redkirin, 8 parlamenterên kurd jî hene ku niha endamên Parlamentoya Îranê ne, 4 parlamenterên Sinê, 3'ê yên Kirmaşanê û yek jî yê Îlamê ye. Lê ya balkêş jî eve kû bi taybet jî daxwaziya namzet bûyînê ya jinan hatiye red kirin. Li gor agahiyên ku ketine destê me li bajarên Kirmanşan, Sinê, Kamiyaran, Dîwander û pir navçeyên din yên Rojhilatê Kûrdistanê ji 50 jinên ku xwe wek namzet dabûn diyar kirin tenê 2 jin namzetiya wan hatiye pejrandin. Jin jî li hember vê çendê nerazîne û dibêjin ku rijêma Îranê pergala zilamsalarî dimeşîne. Bi taybet rêxistinên jinan û demokratîk li hember wê helwestê nerazîbûnên xwe tînin ziman û vê rewşê wek siyaseta rijêma Îran li hember jinan bi nav kirin.
Çalakvanek jin li Rojhilatê Kurdistanê ku ne xwast navê xwe eşkire bike ji me ra ragihand ku siyasetek pir xeter tê meşandin û wiha got, "Ev siyaseta dijber rê li ber kur bûna nakokiyên navbera gelan ve dike. Nepejirandina daxwaziyên jinan tê wataya ku ji mera dibêjin bê deng bin. Îro jin pir çalakin di jiyana civakî û siyasî de, ev jî tirsek ji rijêma Îranê de çêkirin. Ji bo wê jî her jinek meyla wê ya azadiyê hebe jêre rê naye dayîn ku tu postên hikûmî bi gire yan jî zemîna rêxistin kirinê li pêşiya wê tê girtin."
Li gorî agahiyên ku ketine destê me, li eyaleta Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, ji 238 kesan namzediya 64 kesan hatiye pesendkirin, li eyaleta Sinê ji 176 kesan namzediya 64 kesan, li Ormiyê ji 444 kesan namzediya 156 kesan û li Îlamê jî ji 105 kesan namzediya 46 kesan hatiye pesendkirin. Ku ji her yek ji bajêrên mezin yên wek Îlam, Bokan û Mehabad tu namzetên jin ne hatine pejirandin.
Hejmara endamên Parlamentoya Îranê, 290 kes e ku 5 kursiyên wê para kêmîneyên etnîkî û olî ye. Hejmara nûnerên Rojhilatê Kurdistanê di Parlamentoya Îranê de: Kirmaşan 8 ,Ormiye 12, Sinê 6, Îlam 3 û bi giştî 29 perlementerin.
Hêjayî gotinêye ku cara yekem di 15-5-1827 jinan dest bi têkoşîna ji bo mafê dengdanê kirin. Di 27- 11-1964 cara yekemîn jin tevlî hilbijardinên bi nave refrandoma Îranê dibin. Piştî bi dehan sal têkoşîn jin di
sala 1964 de hem wek namzet hem jî wek dengdêr tevlî hilbijartina meclîsa şura ya Îranê bûn û di encamê de 6 jin wek namzet hatin hilbijartin.
(rc)