Dayîkên Şemiyê: Ez ê li Cizîrê gora kurê xwe yê winda bibînim
09:40
JINHA
MERDÎN - Ji malbatên Pirsusê Kerime Ozkan têvlî çalakiya nobeta ji bo Cizîre ku li Giremîra hatî despêkirin bû û got; "Kurê min ji bo gelê cihane û azadiya sehid ket. Ez bangî ciwanên sosyalist dikim werin em mil bidin hev, em li berxwe bidin." Dayîka Aştiyê Hanîfe Yildiz jî wiha got: "Ez ê herim Cizîrê wan ciwanan bi destê xwe defin bikim û di axa wan de ez ê lawê xwe bibînim."
Li navçeya Girêmîra Nisêbînê meşa Botanê li hember dorpêç û êrîşan berdewam dike. Ji gelek bajarên Kurdistanê gel têvlî meşê bûn. Di nav wan de Dayikên Şemiyên, Malbatên Gezî û Pirsusê jî hene. Malbatan gotin; "Em hatine wan ciwanan bi destê xwe defin bikin."
'Em mil bidin hev li hember zilma dewletê berxwe bidin'
Xwişka Ugur Ozkan ê ku di 20 Tirmeha 2015'an de li Pirsusê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatî qatil kirin Kerîme Ozkan jî têvlî çalakiya Nisebînê bû û wiha axivî: "Ez wek xwişka Ugur wateyê didim peyva 'aştiyê' ez vê peyvê ji ser zimanê xwe nayînim xwerê. Ez jî Cizîrîme gelek mirovên min li Cizîrê li berxwe didin. Em miriyên xwe jî nabînin, birîndarên me nayên derman kirin. Birayê min ciwanek Sosyalist bû ji bo cihanê û aştiyê li berxwe dida û şehîd ket. Werin em vî gelî bi têne nehelin."
'Eş hîn jî berdewam dikin'
Dayîka Şemiyê Hanîfe Yildiz bi salane li ber Lîsaya Galatasarayê li ber xwe da îro jî di nav Meşa Botanê de ciyê xwe girt. Hanîfe Yildiz got; "Tenê Qada Galatasarayê têra çalakiyên me nake. Em hatin devera ku 'peyv lê xilas bû ye' bi hatina vir min hiskir ku êşê bi salan hîn dom dikin. Çapemeniya tirkan agahiyên beravajî dide. Êşa dayîkan jî çawt dide. Bebika 3 heyvî kala pîrê 70'ê salî terorîst îlan kir ev şerek qirêje. Dewlet terorîzma xwe bixwe ava dike. Wê dîrok hesabê van roja bipirse."
'Ez ê cenaze bi destê xwe defin bikim'
Dayika Hanîfe wiha berdewam kir; "Ez ê herim Cizîrê wan ciwanan bi destê xwe defin bikim. Ez ê di axa wan de lawê xwe bibînim. Lê belê ev dewleta zalim vê jî ji mere zêde dibîne. Em bi salan li hember dewletê li ber xwe didin. Em li virin em ê hin jî li berxwe bidin."
(dt/zt)