Li Silêmaniyê girêdayî rewşa Bakur konferans hat lidarxistin
10:56
JINHA
SİLÊMANÎ - Li Silêmaniyê bi diruşma "Bandora dagîrkeriya dewleta tirik li ser Başurê Kurdistanê" konfiransek hat lidarxistin. Di konferansê de girêdayî rewşa Bakurê Kurdistanê nirxandin hatin kirin.
Li Salona Palas ya bajêrê Silêmaniyê bi diruşma "Bandora dagîrkeriya dewleta tirik li ser Başurê Kurdistanê" konfiransek ji aliyê girupa (tora nerazîbûnên Başur) ve hat li darxistin. Di konferansê de raporek hat xwendin û nirxandin li ser pir mijarên giring bi bandora siyaset û mêtîngeriya dewleta Tirik nav axa herêma Kurdistanê hatin destgirtin û nirxandin. Di destpêka Konferansê de rojnamevan Kemal Reûf, nirxandin kir û da xwiya kirin ku pêwîste bêdengiya heyî were şikandin.
Pişra rapora ku ji aliyê tora grubên nerazîbûnên Başur ve hatbû amade kirin lekolînvana siyasî Viyan Ferec xwandin.
Piştî xwendina raporê konferansê bi nirxandinan berdewam kir.
(şb/zt)