Rojnamevanên Rojava: Hevalên me yên rojnemavan ne tenê ne

11:31

Gulan Botan/JINHA

QAMİŞLO - Rojnamevanên Rojava ji bo pişetvaniya rojnamegerên Bakurê Kurdistanê yên li hember êrîşan rastiyan digihînin gel û ji bo wê rastî astengiyan tên hatin ber sînor û gotin: "Hevalên me yên rojnemavan ne tenê ne."

Li Bakûrê Kurdistanê li hemberê îlankirina Rêvebiriyên Xweser êrîşên tund ên dewleta Tirkiyê destpêkirine. Di encama êrîşan de heya niha gelek sivîl hatin qetilkirin, lê çapemeniya Tirkiyê û cîhanê li beramberî vê bêdeng e. Rojnamevanên Rojava ji bo pişetvaniya rojnamegerên çapemeniya azad ên li hember êrîşan rastiyan digihînin gel hatin ber sînor û gotin: "Hevalên me yên rojnemavan ne tenê ne."

Rojnamevanên Rojava li ber sînor daxuyaniyek dan. Daxuyaniya wan wihaye; "Erka ragehandinê agahdarkirina rastiyan e, rojnamevan li ser navê civakê parastina nirx û berjewendiyên wê civakê dike. Di vê yeke jî niha tenê çend saziyên Ragihandina Azad ku ji rastiyê tawîz nadin dimeşînin. Lê belê hêzên dewletê vê carê jî ew xistine hedefa xwe û wekî dijmin dibîne. Tenê di 2 mehên dawî de bi dehan hevalên me yên rojnamevan li Bakûrê Kurdistanê hatine girtin, lêdan û tehdîtkirin. Her wiha gelek amûrên wan hatine desteserkirin û şikandin."

Piştî daxuyaniyê rojnamevanan li ser sînor bi çepik û durûşmeyan êrîşên dewleta Tirkiyê li ser gelê Bakûr û rojnamevanan şermezar kirin.

'Em piştgiriya rojnamevanên Bakûr dikin'

Rojnamevan û rêvebira radyoyên Kantona Cizîrê Nergiz Îsmayîl a tevlî çalakiyê bûyî bertekên xwe wiha anî ziman: "Em dixwazin piştgiriya rojnamevanên Bakûrê Kurdistanê bikin. Em li hember bêdengiya cîhane dixwazin bibin dengek. Em wek rojnamevanên Kurdistanê û wek jin dibêjin ew ne têne ne. Dîsa em êrîşen AKP'ê li ser rojnemavanan şermezar dikin. Em dibêjin Rahgihandina Azad li ku be emê li pişt wan bin. Em wek rojnamevanên jin berxwedana wan bi nirx dibînin."

'Ragehandina azad dengê gele'

Endama Komîteya Rêveberiya Ragihandinê Sterk Gulo jî bal kişand ser girtina nuçegehanên JINHA û DİHA yê û bêdengiya raya giştî ya cîhanê şermezar kir û wiha axivî: "Ragehandina Azad dixwazê dengê gel ragehîne. Lê belê dewleta Tirkiyê li hember ve yekê disekine û xebatkarên ragihandinê wek êrîşkar û terorîst nîşan dide. Ji ber astengiyên AKP'ê Ragihandina Azad nikare erkên xwe pêk bîne. Ruxmê vê jî rojnamevanên Ragehandina Azad dixwazin dengê gel ê berxweder ragehînin. Bi teybet jî dixwazin dengê berxwedana jinan bi cîhanê re parvebikin. Êrîşên ser ragihandina azad pek tên heman demê li ser gelê berxweder jî te meşandin."

Stêrk wiha berdewam kir: "AKP dixwaze ragihandinê ker û lal bike. Îro dinya li himber berxwedana Bakûr ker û lal e. Ji bo em vê bêdengiyê xirab bikin, em hatin ser sînor û me çalakî lidar xist. Em dibêjin rojnamevanên rast xwedî li erka xwe derkevin wê bibin dengê berxwedanê û em jî heta dawî bi wan re ne. Dîsa ruxmê xeteriya mirinê jî hevalen me yên ku kar û xebatên ragihandinê dimeşinîn, em silav dikin.

(zt)