'Bi hezaran Sêvê bûn şopdarên têkoşina Sêvê...'
11:39
Zehra Dogan/JINHA
MÊRDÎN - Dayîka Sêvê Demîr a ku li Sîlopiya bi 3 hevalên xwe re hate qetilkirin, Sakîne Demîr ala têkoşinê wergirt û bi rojan e bi dayîkên ku zarokên xwe di berxwedana azadiyê de winda kirine re nobeta aştiyê digire diyar kir ku Sêvê yek çû bi hezaran Sêvê hatin û şopdarên têkoşina Sêvê ne.
Li Nîsêbînê agirê ku ji bo Cizîrê hate pêxistin li Gîrêmîrayê bi berxwedanek mezin mezîntir dibe. Yêk ji dayîkên ku zarokên xwe di berxwedanê de winda kirin û bi rojan e di nobeta berxwedanê de ne dayîka Endama Meclîsa DBP'ê yê Sêvê Demîr a ku li Sîlopiyayê bi 3'ê hevalên xwe re hate qetîlkirin Sakîne Demîr e. Dayîkên ku qet dayîka Sakîne bi tenê nahêlan û êşa wê parvedikin fêrî çirokên berxwedana Sêvê dibin û bi dil û can guhdar dikin. Dayîka Sakîne dema ku qetîlkirina keça xwe dibihisê bi lez dikeve rê û berê xwe dide Sîlopiya. Dayîka Sakîne di rê de biryar dide ku ji bo erka xwe ya ku bi zorê jê hatiyê goç kirin bitêkoşe û ala keça xwe biling bike.
'Ez ji bo ala keça xwe ya berxwedanê werbigirin hatim vir'
Dayîka Sakîne anî ziman ku her jinek ciwan a ku ji bo azadiya xwe têdikoşe û di nav berxwedanê de ye wek keça wê Sêvê ye. Dayîka Sakîne ya ku bi destmala xwe ya spî tevlî nobeta aştiyê bû got ku ew ji bo wergirtina ala berxwedanê ya keça xwe hatiyê vir.
'Sêvêyek çû lê hezar Sêvê hat'
Dayîka Sakîne di berdewamiya axaftina xwe de got ku min ne keça xwe rêhavalê xwe ya jiyanê winda kir. Dayîka Sakîne qala têkoşina Sêvê kir û wiha axivî: "Keça min evîndara doz û têkoşina ku jê bawer dikir bû û di rê ya têkoşina xwe de jiyana xwe ji dest da. Ez bi têkoşina keça xwe şanaz im. Ez ji bo layîkê keça xwe bim ketin nav têkoşînê. Belê Sêvêyek çû lê ez îro dibinim ku hezar Sêvê hatiyê û ala têkoşinê hildane." Dayîka Sakîne bilêv kir ku keça wê ji bo azadî û têkoşina jinê emrek daye û ew hişmendiya jinê ji keça xwe fêr bû ye û dê mirateya keça xwe bilind bike û dora berxwedanê ya wê ye.
'Ciwan ji bo jiyanek azad têdikoşin'
Dayika Sakîne qetîlkirina Sêvê bibirxist û wiha axivî: "Birina keça min ne giran bû. Di şuna ku ambulans biçe mal tîmên taybet çûn û Sêvê û hevalên wê qetîlkirin. Ez li vir fêr bûm ku birindar di ambûlansê de tên qetîlkirin. Bila tu birindar bi tenê nekivin ambulansên dewletê. Divê em bi girseyî biçin taxê û birindarên xwe werbigirin. Divê ciwanên me bê jiyandin û neyên qetîl kirin. Ji ber ciwan ji bo jiyanek azad têdikoşin û jiyana xwe ji dest didin."
(ho/zt)