Jinên ji bo girtina birîndaran meşiyan hatin binçav kirin

11:45

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîrê 11 dayikên ku ji bo birîndar û cenazeyên 9 roj in di jêrzemîna avahiyekê de asê mane bigirin bi alên spî ve ber bi malê ve meşiyan hatin binçavkirin.

Dayikên Cizîrê, ji bo 15 birîndar û cenazeyên 7 welatiyên ku ji ber nehatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan ku ev 9 roj in di jêrzemîna avahiyekê de ji ber êrîşên hêzên dewletê asê mane wergirin, bi alên spî ve ber bi Taxa Cudiyê ve meşiyan.

Dora dayikên ku gihîştin ser Kolana Nisêbînê ji aliyê wesayîtên zirxî û tîmên taybet ve hate dorpêçkirin. Dayikên ku hatin binçavkirin di bin dorpêça polîsan de ber bi Miduriyeta Emniyetê ya Cizîrê ve têne meşandin.

(zt)