Narin banga tevlîbûna berxwedanê li ciwanan kir
11:56
JINHA
KOBANÊ – Narin Kobanê ya bi xwe ereb ji berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê bandorbûyî dibin banê asayîşê de berxwedanê dike. Narin diyar kir ku YPG/YPJ ji bo hemû gelan hatiye avakirin û banga tevlîbûna berxwedanê li ciwanan kir.
Narîn Kobanê (22) ya ereb beriya 4 mehan bi berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê ya gundê wê ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar dikin, bi bandor dibe û beşdarî nava xebatên hêzên Asayîşê dibe. Piştî beşdarbûna wê 27 ciwanên gundê wê beşdarî nava xebatên parastinê yên YPG’ê û hêzên Asayîşê dibin. Narîn Kobanê ji gundê Til El-Ebir 35 km rojavayê bajarê Kobanê dikeve ye. Malbata wê ji ber rewşa aborî di sala 1985’an de koçberî bajarê Şamê dibe û Narîn Kobanê dûrî gundê xwe li bajarê Şamê ji dayîk dibe.
Narîn Kobanê beşdarî nava xebatên hemleya Hêza Sûriya Demokratîk (QSD) ku di 23’ê kanûna 2015’an de li başûrê kantona Kobanê hatibû destpêkirin, bû. Narîn di hemleyê de birîndar bû û rihê hevaltiyê di nava refên şervanan de îradeya wê xurtir kir. Piştî ku ciwanên gundê Narîn Kobanê bi beşdarbûna wê ya nava hêzên Asayîşê û hemleya QSD’ê de bihîstin, ew jî pê bi bandor bûn û 27 ciwanên gund yel li pey yekî beşdarî nava xebatên parastinê yên YPG’ê û Asayîşê bûn.
Narîn Kobanê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinên ciwan ên Ereb kir ku beşdarî nava xebatên parastinê yên YPJ’ê û Asayîşê bibin û rastiya xwe binasin û ji bo azadiya xwe têbikoşin.
(zt)