'Tiştên li Cizîre tên jiyîn Kerbelayê tîne bîra me'
12:26
JINHA
AMED - Hevseroka Komeleya Pîr Sultan a Amedê û Cemeviyê Nurşen Akdag diyar kir ku li Cizîrê 9 rojin birîndarên di qata jêrzemînê de li benda abulansê ne her diçe rewşa wan giran dibe û got; "Bila Kerbelaya dûyemîn neyê jiyîn bila herkes deng derxe bedeng nemînin."
Îro li Cizîrê wek 500 hezar sal berê ku Îmam Huseyîn û mirovên wî ji aliye Xelîfe Yezîde ve li Kerbeleyê ji tînan û birçîbûnê hatin qatilkirin. Li Cizîrê heman tişt tê domandin, ev çend rojin birîndar li benda ambulansan ji tînan û birçîbûnê tên qatilkirin. Hevseroka Komeleya Pîr Sultan a Amedê û Cemeviyê Nurşen Akdag Cizîr şiband Kerbelayê û wiha got; "Li Kerbelayê Hasan Huseyîn ji tîna hatin qatilkirin. Ji 500 hezar sal berê heya niha tiştek nahatiye guhartin tenê kes hatine guhartin hişmendî heman hişmendiye. Îxtîdar a faşîst aynî tiştî li Cizîrê ser birîndarên ku ev 9 rojin di bedromedê de li benda ambulansê ne jî dide meşandin."
'Em ferqê naxine nav mirovan'
Nurşen bêdengiya Serokomar, hikumet û welatiyên Tirkiyê wiha nirxand; "Ev çend roje birîndar di bodrumê de bê av û xawarinin, lê Serokamare Tirkiyê bedenge. Zarokek 13 salî ev heftiyek avê dixweze. Ji ber tenduristiya wê avê nadinê, lê eger bixwazin jî nikarin avê bidin birîndaran, ev 3-4 rojin licem wan av nîne. Me di wêneyan de dît ku birîndar di çi rewşê den in. Em wek Alewî her tim rastî veqetandina ol û ziman hatin û em hertim bivan tên parçiqandin."
'Bi qatilkirina Kurda wê çi bigihe destê we'
Nurşen qatilkirina Kurdan û zilma ser Alewiyan jî wiha nirxand; "Ev çend salin dewlet Alewiyan nasnekirin û zilm kir, çi gihîşt deste we? Heman tişt li ser Kurdan tê meşandin, ez femnakim wê ve qatla Kurdan çi bigihe deste dewletê. Gerek birîndar zû werin xilas kirin. Ger zu ji wê neyên derxistin wê hemî jiyana xwe ji dest din. Bila Serokomar ne keve dewsa Yezidê ku Hasan Huseyîne ji tîna qatil kirî. Bila nekeve wê rewşê." Nurşen bangî gele Tirkiye kir û got: "Werin deng derxin bila alîkarî here ji birîndarên Cizîrê re. Werin bila dewlet gelê Kurd muhatab bigre, xwesteka me Alewiyan ewe ku Kurd û Alewî li Mutabakabata Dolmabahçe werin naskirin. Werin bi Kurdan re li ser masê pirsgirekan çareser bikin. Gele Tirkiyê werin li pişt gele Kurd bisekinin bila ev şer biqade."
(dt/zt)