Jin ji bo hatina Amedê hevdîtinan berdewam dikin
12:53
JINHA
STENBOL - Bi pêşengiya Hewla Jinan a Ji bo Aştiyê (BÎKG) bi sernava "Hezar jin 1000 îmza" kampanyaya îmzayan a jinan bi diruşma "Em mafê xwe yê aştî û heqîqetê dixwazin" dayî despêkirin bi hemû leza xwe berdewam dike. Li Stenbolê ji bo deng dana aştiyê bi hezaran jin ji bo deng dana aştiyê li hev kom dibin, li Amedê jî amadekariyên hevdîtina 6'ê Sibatê tê kirin.
Hewla Jinan a Ji bo Aştiyê (BÎKG) ji bo rewşa Kurdistanê li deverên cuda yên Stenbolê du mehin çalakiya 'Nobeta Aştiyê' berdewam dikin. Endamên BÎKG'ê dan zanîn ku dê çalakiya xwe veguhêzin Amedê. Çalakiya ku jinan bi diruşma "Em mafê xwe yê aştî û heqîqetê dixwazin" despêkirî dê li Amedê bi tevlîbûna Meclisa Jinên Azad (KOM), Kongreya Jinên Azad (KJA), demokrat, feminist û derdorên cuda berdewam bike.
Aktîvista BİKG'ê Nimet Tanrıkulu bilêv kir ku ew li aliyekê kampaniyayê birêve dibin li aliyê dinê jî bi êşên nû re ru bi ru dimînin û wiha domand: "Ji bo kampaniyayê hêviyên me yên mezin hene. Em hewildidin bi diruşma 'Em alîgirê jiyanê ne' dengê hîn zêdetir mezin derxînin. Heya niha me ji deh hezaran zêdetir îmza kom kirine. Emê 4'ê mehê biçin meclisê." Nimet destnîşan kir ku wan xwest di vê pêvajoyê de bibin kirdeyên çareseriyê û wiha berdewam kir: "Em ê gotina bese berdewam bikin, piştî kampaniyayê dawî li çalakiyên me nayên. Dê çalakiyên me li her derê berdewam bikin. Kampanya di aliyê kolanan, civakî û medyayê de baş diçe. Me li gelek deveran standên îmzayan vekirine. Li gelek deveran me hêrsên li hember polîtîkaya AKP'ê çavdêrî kirin. Em bertekên giring di derbarê pêvajo bi vî awayî naçi de dibînin."
Dê jinên Amedê pêşewazî bikin
Piştî jinan di 4'ê Sibatê de îmza dan meclisê dê ber bi Amedê ve bikevin rê û li Amedê despêkê di 6'ê Sibatê de dest bi nobetê bikin. Cîgira Serokê Giştiyê ESP'ê Fethiye Ok jî da zanîn ku dê li Amedê xebatên xwe berdewam bikin û jinên Amedê jî dê beşdarî nava xebatên wan bibin û wiha axivî: "Hemû jinên Kurdistanê yên aştîxwaz ji bo malavahiyê amadene. Ji Stenbol heya Nisêbînê girseyek a jinan di nobetê de heye. Ez bang li jinên kedkarên Tirkiyê dikim. Tekoşîn û şoreşek heye. Divê hemû jin beşdarî vê bibe û dengê xwe bigihînin xebatê. Divê em berxwedanek mezin bihonin. Ser jinan jî polîtîkaya dewletê hemane. Tindî li Kurdistanê cuda tê meşandin, li aliyê Tirkiyê cuda. Ji bo wê jî emê jinên karker û kedkarên aliyê Tirkiyê bi hêz beşdarî vê meşê bibin. Em di wê baweriyê denin dê li hember qirkirinên jinan şêwirmendiyek hîn mezintir derkeve. Ji bo wê jî em jinan vedixwînin vê meşê."
(zt)