Jinên Cizîrê: Me bikujin jî emê birîndarên xwe bigirin

14:19

JINHA

ŞIRNEX - Dayikên Cizirê yên ji bo birîndar û cenazeyên ku 9 roj in di jêrzemîna avahiyekê de ne wergirin, bi alên spî ve meşiyan gotin "Me bikujin jî emê biçin û birîndarên xwe bigirin."

Dayikên Cizîrê ji bo 15 birîndar û 7 cenazeyên ku ev 9 roj in li qata jêrzemînê ya avahiyekê li benda ambulansa ne wergirin, ber bi Taxa Cudiyê ve meşiyan û ji aliyê tîmên taybet ve hatin binçavkirin.

Dayika yek ji kesên birîndar Kasim Yana, Gule Yana got ku dilê wê dişewite û êdî sebra wan nemaye ku li benda wergirtina zarokên xwe bimînin û wiha pê de çû: "Kê diçe gulebaran dikin. Ambulans diçin gulebaran dikin. Em diçin, me dikujin jî bila bikujin." Hevjîna yek ji birîndaran Mahmut Duymak, Lutfiye Duymak jî anî ziman ku hevjînê wî dema çûye ji taxê zad bîne li taxê asê mayê û got "Emê cenaze û birîndarên xwe wergirin. Bila me jî bikujin. Em ji wan ne çêtir in."

'Li ber çavê cîhanê derewan dikin'

Yek ji dayikan Ayşe Guven jî bang li dayikên Cizîrê kir û wiha axivî: "Em xwedî li zarokên xwe derkevin. Zarokên me birîndar in. Ev zarokên vî gelî ne. Ambulans diçe, parlamenter diçe gulebaran dikin. Li ber çavê cîhanê gulebaran dikin û pişt re jî derewan dikin. Zarokê min ne di nav birîndaran de ye lê ez nikarim li ber qêrîna wan a av xwestinê bêdeng bimînim."

(zt)