Bi hezaran jinan li Kadikoyê govenda azadiyê gerandin
14:44
JINHA
STENBOL - Çalakiyên di çarçoveya Kampanyaya BİKG’ê ya bi diruşma "Ne mirin em alîgirê jiyanê ne. Em mafê xwe yê aştî û heqîqetê diparêzin" despêkirî de tên kirin berdewam dikin.
Kampanyaya Hewla Jinan a Ji bo Aştiyê 'BİKG) ê bi diruşma "Ne mirin em alîgirê jiyanê ne. Em mafê xwe yê aştî û heqîqetê diparêzin" despêkirî bi çalakiyên cuda berdewam dike. Bi tevlîbûna hezaran jinan çalakî li Meydana Kadikoy Îskele yê dibin dorpêça polîsan de pêkhat. Jinan sembolên aştiyê tulbendên sipî li situyê xwe gerandin, parêzvanan jî li derdora qadê şelîta mor gerandin. Di çalakiyê de pankarta "Ne mirin em alîgirê jiyanê ne. Em mafê xwe yê aştî û heqîqetê diparêzin" hat vekirin û jinan dovîzên weke "#Ji bo aştiyê hezar jin" hilgirtin. Li gel bi hezaran jinan Endama Koordinasyona KJA yê Ceylan Bagriyanik û Hevberdevka Berê ya HDK'ê Sebahat Tuncel jî piştevanî kirin.
‘Rizaya me ji bo bêmirov kirina Cizîrê tine ye’
Ser navê jinan Sinem Şahin daxuyanî xwend û got, "Li hinek bajaran ji ber ku mirov dibêjin 'şer bisekinînin' tên tehdîd kirin. Ji tîrmehê heya niha ser bedenên miriyan tiştên dike ji xwe hovîtiyê nîşa me didin. Cemile, Ekin, Taybet... Di vî şerî de rizaya min nîne. Jinên ku em mêvanî mala xwe dikirin, niha mala xwe terikandin. Li Cizîrê plana çêkirina 7 qereqolan dikin. Ewlehiya mirovan bi qereqolan nayê girtin. Ji bo wê jî werin em bi hev re jiyanê ava bikin. Ji bo Cizîrek bêmirov rizaya min nîne."
'Emê di axa Sêvê lê hatî qetilkirin aştiyê bixwazin!'
Sinem pirsên weke "Heqîqet çiye?, Emê çawan bigihin vê heqîqetê?, Berpirsê mirinan kiye?, Ma gelo heyetên bê alî nakevin dewrê? " pirsî û wiha domand, "Wezîrê Karê Hindir got 'Bila abulans biçin' lê hîna abulans tên asteng kirin. Em alîgirê jiyanê ne êdî tehmûla me ji mirinê re nîne. Em dibêjin heqîqet û muzakere. Emê li ser axa Sêvê hatî qetilkirin aştiyê bixwazin. Dema ku li Cizîrê şer hebe li Stenbolê aştî nabe."
Piştî daxuyaniyê hezar jinan gotin: "Ji bo aştiyê heqîqet û muzakere"
Bi govenda berxwedanê çalakî dawî bû.
(zt)