Tendurstvan hewildidin ser Nisebînê re darbasî Cizrê bin
14:57
JINHA
ŞIRNEX - Ev 9 rojin li navçeya Cizîra Şirnexê ku di jêrzemîna avahiyekê de birîndar li benda ambulansenê ne. Îro 14 dilxwazên tendurisvanên TTB û SES xwestin herin Cizîrê birîndaran derman bikin, lê ji aliyê dewletê ve li Hezexê hatin seknandin. Tendurisvanan di çuyîna Cizîrê de bi israrin. Wê li ser riya Nisebînê bi ceri benin ku herin Cizîrê.
Li navçeya Cizîra Şirnexê di jêrzemina avahiyekê de 15 birîndar, 5 cenaze, 9 welatî li benda rakirina nexweşxanê ne. Dilxwazên endamên TTB û SES 14 tenduristvan li ser riya Hezexê hatin asten kirin.
'Bila derhal destur were dayin em harin birîndaran bigirin'
Bi hînceta ku tevduristvan ji walitiya Şirnexê desturname nastandine hatin asteng kirin. Tenduristvanan ev bûyer şermezar kirin. Endame Revebere Avakarên Odaya Tabîba Dr. Încîlay Erdogan banga lezgînî kir û got; "Bila riya alikariyê were vekirin. Li gorî huquqa Navnetewî tendurisvan karin herin ciyê qedexe kirî. Loma bila çûyîna me asteng nekin."
Leşkeran di derbarê tendurisvanan de girtiname girtinin. Di girtnameyan de wiha hat nivîsandin; "Leşkeran bi gotin, gotiye saet 8'an de çuyina sîvîlan a Hezexê qadexeye." Tendurisvanan çend car israr kirin, lê dîsa jî çuyîn hat astenkirin. Çûyîna wesaîtên sivîlan ji hat asten kirin.
Tendurisvanên ku li Hezexê hatin astenkirin, ji bo ku herin Cizîrê ber bi riya Mîdyadê ve ketin re.
(dt/zt)