Leyla Birlik rastî êrîşa polîsan hat
17:46
JINHA
ŞIRNEX - Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk û Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan de derketina Cizîrê de rastî êrîş û heqaretên tîmên taybet hatin.
Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk û Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan, dema ji Silopiyê diçûn Şirnexê di derketina Cizîrê de rastî êrîşa tîmên taybet hatin. Tîmên taybet Leyla û Serhat bi zorê ji wesayîtê derxistin, heqaretê li wan kirin û hewl dan li ser wan bigerin.
Ajokarê wesayîta Leyla Ahmet Erkan ê ku bertek nîşan da ji aliyê tîmên taybet ve hate derpkirin û telefona wî jî hate desteserkirin. Tîmên taybet berê Serhat bi zorê dan dîwar û xwestin bi vî rengî lêgerînê bikin. Serhat ê bertek nîşanî vê pêkanînê hat, ji aliyê tîmên taybet ve hate derp kirin. Tîmên taybet her wiha dîmên û wêneyên di telefonên Leyla û Serhat de jî bi zorê jêbirin.
Di noqteya lêgerînê de di navbera HDP'yî û tîmên taybet de demek dirêj nîqaş berdewam kir, piştî ku dîmên û wêne ji telefonan birin, destûr hate dayîn ku wesayît derbas bibe.
(zt)