Li Hesekê xwaringeha jinan hat vekirin

18:42

JINHA

HESEKÊ - Li bajarê Hesekê xwaringeha Jinên Rojava hat vekirin.

Weqfa Jinê ya girêdayî şaredariya bajarê Hesekê xwaringehek bi navê Xwaringeha Jinên Rojava vekir. Di şahiya vekirina xwaringehê de hemû saziyên sivîl û bi dehan jinên bajêr amade bûn. Merasîma vekirinê bi deqeyeke rêzgirtinê det pê kir. Piştre li ser navê rêveberiya Şaredariyê Mihabad Sedo wiha axivî: "Em li hemû jinên bajêr vê xwaringehê pîroz dikin ku bi keda jinan hatiye vekirin û dê bi keda jinan kar bike."

Cîhan Xelîl jî wiha got: "Ev xwaringeh hat vekirin ji bo derfetên kar ji jinan re peyda bibe û xwarinê ji saziyan re amade bikin."

Piştre ji aliya dayika Ş. Mihemed Xelîl Cîhan Xelîl qurdeleya xwaringehê hate birîn. Di dawiya merasîma vekirinê de xwarin ji hemû vexwendiyan re hate pêşkêşkirin.

(gb/ee/en)