Gelawêj Soran: Viyan rukena malê bû
09:00
Şengar Biradost/JINHA
SİLÊMANÎ - Dayîka Viyan Soran Gelawêj Soran di derbarê zarokatiya Viyan de wiha got: "Viyan ruken bû. Di zarokatiya xwe de jî gelek jîr û serketî bû. Di dibistanê de tim di rêza yekemîn de bû, ji hemî xwendevanan zîrek tir bû. Leyla di çiyanda jî her serkeftî bû. Xwedî jiyanek bi rêxistî û dilnizim bû.
Leiyla Walî Hûsên (Viyan Soran) di sala 1981'an de li bajêrê Silêmaniyê yê Başurê Kurdistanê hatiye dinê. Viyan dibistana seretayî û navendî li Silêmaniyê xwendiye. Di nava dibistanê de ew xwendekarek jîr û serketîbûye, di nava hevalên xwe de pir dihat heskirin. Ji ber serketina xwe ya dibistanê Viyan di nava lêgerînên cuda debûye. Di encama lêgerînên xwe yên ji bo çareseriya nakokî û pirsên li bersiva wan di geriya ew PKK'ê nas dike. Di sala 1997'an de dest ji xwandina xwe berdide û tevlî nava tekoşîna azadiyê dibe. Ji xwe berê de ew di nava lêerînan debû dema ku tevlî nava tekoşîna azadiyê dibe dikeve nava lêgera rastiya civak, jin, dîrok û felsefa azadiyê. Viyan Soran bi coş û moralê xwe tê naskirin. Fermandara YJA Star Viyan Soran di 2'ê Sibata sala 2006'an de li hember girtanbûna tecrîda ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan giran dibû, êrîşên ser gelê kurd û paşverutiyan agir bi bedena xwe û di nava pêtên agir de tevlî bêdawiyê bû.
Dayîka Viyan Soran Gelawêj Soran wiha qala zarokatiya Viyan dike: "Viyan ruken bû. Di zarokatiya xwe de jî gelek jîr û serketî bû. Di dibistanê de tim di rêza yekemîn de bû, ji hemî xwendevanan zîrek tir bû. Ji bo wê jî pir caran mamosta ezmûn pênedidan kirin. Tim ru biken û dil şad bû. Di zarokatiyê de mirovek bi helwest û zîrek bû. Di 15 saliya xwe de dema ku pola 9'an di xwand tevlî gerîla bû. Siba ku ji mal derket ji min pirsî; 'Dayê eger ez bimirim tuyê ji min re bigirî?' Min nizanî çima wê pirsê dike, wê demê kes tiştekî din ne difikirî dervey xwe xwedî kirinê. Lê Viyan berê xwe da çiyayan."
'Di çiyayan de jî serketî bû'
Dayîka Gelawêj bilêv kir ku Viyan serketina xwe ya zarokatiyê di çiyayan de jî berdewam kiriye û wiha domand: "Leyla di çiyanda jî her serkeftî bû. Xwedî jiyanek bi rêxistî û dilnizim bû. Piştî 8 salan ez çûm gel wê min jêra got; 'Ez bê tenikarim keça min.' Wê demê min tevgara azadiyê baş nas ne dikir, ji min re got; 'Ez xebatek bi şeref dikim. Gger tu diya minê tu dê bi hebuna min a li van çiyayan ser bilind bê.' Tim nav hevalên xwede bû ji hevaltiyê hez dikir. Tim ji min re behsa jiyana hevalan dikir. Ew her dem ru biken bu weke zarokatiya xwe. Ez çûbûm gel wê lê ew her gel hevalên xwe diraza."
'Di hemû jiyana xwe de serketî bû'
Dayîka Gelawêj wiha berdewam kir: "Hîn dema li mal bû lêgerînên wê hebûn. Gelek ji min hezdikir. Ji ber zoriyên min û jinên dinê jiyan dikirin serê xwe di êşand. Kesek vekirî bû û têgihiştina wê zêde bû. Ne dixwast ji bo xwe bijî, wê jiyana xwe fedayî welat û gel kir. Herçendî em bi windakirina wê jî êşiyan lê bi bîrubaweriyek mezin çalakî pêk anî. Wê demê, di nava civaka me de pir tiştek xerîb bû. Wek peyam û şiyariyeke bû, ji bo me tevan."
Dayîka Gelawêj wiha axaftinên xwe dawî kir: "Ez dayîka hemî şehîdên her çar parçên Kurdistanê me. Ez hemî daykên şehîdan silav dikim."
(zt)