Şervanên YPJ: YPJ navnîşana azadiyê ye

09:02

Rabia Êto/JINHA

KOBANÊ - Şervanên YPJ'ê jiyana xwe ya beriya ku beşdarî nav refên YPJ'ê bibin nirxandin û guhertinên ku di warê fikir, hest û jiyana wan de çêbûye ji ajansa me re vegotin. Şervanan got, "Bi hezaran sal e desthilatdarî jiyan li dora jinê digir dike, lê belê bi saya têkoşîna azadiya jinê jin ber bi azadiyê ve diçe."

Şervanên YPJ'ê ên ku ji tevahî jinên cîhanê re bûne çavkaniya jiyanê, qala tevlîbûna xwe û têkoşîna xwe yê li hember pergala serdest dikin. Şervana YPJ'ê Havîn Botan beriya ku guhertinên di xwe de binirxîne îşare bi rewşa xwe ya beriya tevlîbûna nav refên YPJ'ê kir û da zanîn ku, wê azadî şaş fêm kiribû û wiha got, "Ji me re wer dihat ku azadî tê wateya jin bikaribe li gor dilê xwe cil li xwe bike, xwe makyaj bike û bêdestûr biçe derve. Piraniya jinan wiha li azadiyê dinêrîn." Havîn lêgerîna xwe yê azadiyê wiha vegot, "Lêgerîna min yê azadiyê her dem hebû. Lê birastî min nedizanî azadî çiye û çawa jin azad dibe. Piştî ez beşdarî YPJ'ê bûm min rengê rast yê azadiyê dît."

'Li cihê ku welat bindest be, ne jin azad e ne civak'

Havîn bang li jinên ciwan kir û wiha domkir, "Azadiya sexte ya takekes jinan dixapîne. Divê jin li pey azadiya xwe û ya civakê ve biçe. Di rewşa heyî de ev jî bi azadiya welat û axê ve girêdayî ye. Li cihê ku welat bindest be, ne jin azad e ne civak. Min di nav YPJ'ê de di encama perwerdeyên bîrdozî-teorî û leşkerî de guhertinên berçav di xwe de dîtin. Ez bi hêza xwe, bi nasnameya xwe bawermend bûme. Bi rehetî ez dikarim bêjim min rastiya xwe naskiriye."

'Ji bo azadiyê ez hatim Rojava'

Endama YPJ'ê Bêrîtan Botan ku ji bajarê Sêrtê ye da diyar kirin wê ji bo azadiyê berê xwe daye Rojava û wiha pêde çû, "Beriya ez tevlî YPJ'ê bibim, ez diçûm dibistana pergalê û min dixwand. Lê ji ber rewşa me ya aboriye nebaş bû, min dev ji xwendina xwe berda û ez 3-4 mehan xebitîm. Lê birayê min nehişt ez bixebitim. Ji ber vê neçar man kar berdim û li mal bimînim. Ez ji wê rewşê tengezar bûm. Dema ku li Kobanê şer derket sê hevalên min tevlî nava refên YPJ'ê bûn û her 3 jî di şer de şehîd ketin. Ez ji şehadeta wan gelek bi bandor bûm û min xwest rêya wan hevalên xwe bidomînim. Di esas de jî ez ji bo azadiya xwe hatim."

'Têkoşîna min di nava YPJ'ê de bi wate dibe'

Bêrîtan pêvajoya piştî tevlîbûnê ji bo xwe wek nûbûn û vejînek nû nirxand û wiha dirêjî da gotina xwe, "Min xeta azadiyê li vir nas kir û têkoşîna min a ji bo azadiyê roj bi roj zêde dibe. Ger jin bixweze bigihêje azadiyê divê tevlî têkoşînê bibe, têkoşîna min di nav refên YPJ'ê de bi wate dibe."

'Tama azadiyê pir xweş e'

Di dawiyê de şervaran YPJ'ê Sorxwîn Cudî wiha hestên xwe bi mere parve kir, "Min li vir di nav dîsîplîn û pergala YPJ'ê de azadî bêtir fêmkir. Min jiyana bi exlaq û fedayî di kesayeta gelek hevalên xwe de naskir. Ez ji jinên di malê de ne, dibêjim bila ji malê derkevin, dê bibînin cîhan çiqas mezin e û tama azadiyê çiqas xweş e. Bi hezaran sal e desthilatdarî jiyan li dora jinê digir dike, lê belê bi saya têkoşîna azadiya jinê jin ber bi azadiyê ve diçe. YPJ navnîşana azadiyê ye."

(rc)