Gelê Silopî: Jiyana nû em tev bi hevre înşa bikin
10:13
Aysel Işik-Dîlan Karamanoglu/JINHA
ŞIRNEX - Gelê Silopî ên ku ji ber êrîşan ji cih û warê xwe hatibûn koçkirin dest bi vegerê malên xwe kirin. Gelê Silopî ên ku ji ber êrîşên top û tangê hêzên dewletê xaniyê wan hilweşiyayî wiha qala înşakirina nû kirin, "Em ê malên xwe ji nûde înşa bikin, jiyana nû em ê avabikin û ti car em ê axê terk nekin."
Gelê Silopî ên ku ji ber êrîş û dorpêça 37 rojan neçar mabûn malên xwe terk bikin, cardin vedigerin malên xwe. Taxên ku bi hinceta ewlekarî hatibû valakirin, tev hatine rûxandin û sewal di nava kolanê de hatine qetilkirin. Gelê Silopî ên ku biryarê vegerê û ji nûde înşakirina malên xwe dan, ji bo înşakirina jiyana nû dest bi xebatê kirin. Ji dîmen û wêneyên ku hatine kêşan diyar dibe ku hêzên dewletê li Silopî ne tenê êrîş hember gelê sivîl hedef girtiye, di heman demê de êrîş li hember vîna gel pêk hatiye. Gelê Silopî gotin, "Em ê xaniyên xwe ji nûve înşa bikin. Jiyana nû em ê avabikin û ti car em ê axê xwe terk nekin."
'Heya dilopê xwîna xwe yê dawî em têbikoşin'
Dayîka 10 zarokan Sarya Mutlu yê ku 20 rojan li hember êrîşan malê xwe terk nekiriye, diyar kir ku leşkeran ew bi darê zorê ji mal derxistiye û wiha got, "Min û zarokên min bi zorê ji malê derxistin. Piştî vegeriyam jî bûm şahîdê hilweşîna malê min yê du qatan. Çêlek min hebû min bi şîrê wê zarokê xwe xwedî dikir. Dema ku ez vegeriyam min dît dane ber guleyan. Qurana ku keça min dixwand jî avêtibûn erdê. Gunehe. Bila êdî ev şer bidawî be û xwîn neyê rijandin. Heya dilopê xwînê xwe yê dawî em ê têbikoşin."
'Ez zarokê vê axê me'
Besê Mutlu jî diyar kir ku şev û roj êrîşên topan berdewam dike û wiha pêde çû, "Dema ku top avêtin malê ez ser nimêjê bûm. Bêy ku nimêjê xwe biqedînim, min xwe gihand zarokan û tevî zarokan daketim qata zemînê. Dewlet xaniyê me tev hilweşîne û me bikuje jî em ê ti car dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em daxwazê ziman û nasnameyê xwe dikin. Ew çawan bi zimanê xwe dipeyivin û tevdigerin em jî bi heman şêwayê dixwazin tevbigerin. Min dest bi paqijiya mal kiriye, da ku lê bijîm. Ti hêz wê me ji axê me nede koçkirin. Dayîk û bavê min ser vê axê hatin dinê ez jî zarokê vê axê me. Ez ê ti car dev ji doza xwe yê bi maf bernedim"
'Sewalên ducanî jî qetilkirin'
Melîh Erdem da zanîn ku dewlet li Silopî ne tenê mirov qetilkirine di heman demê de sewalan dane ber guleyan û wiha dirêjî da gotina xwe, "Piştî ku top avêtin malê min ez neçar mam derêm. Çûm taxek din. Çêlek min di axurê de mabû, ji bo wî ez ji nav çolê de hatim malê. Dema ez hatim min çêl di axurê de nedît. Piştî dorpêç li ser taxê hat rakirin min çêl li nava kolanê bi awayek gulebarankirî dît. Sewalên ducanî jî qetilkirin. Gelek kevok jî telef bûn. Ev mirovahiye? Em ji wan tiştek naxwazin. Lê tiştek ser hev li malê nehêştine. Em ê bi derfetê xwe ji nûde malê xwe avabikin. Em ê mal û axê xwe terk nekin."
(rc)