'Li Cizîrê mafê mirovahî tê binpêkirin'
11:55
JINHA
COLEMÊRG - Li Colemêrgê malbata Îslam yê ku li Cizîrê birîndar û nayê derman kirin li ÎHD'ê daxuyani da çapemeniyê. Malbata Îslam diyar kir ku divê hikûmeta AKP'ê bi lezgînî dev ji êrîş û helwesta xwe berde.
Piştî xweseriya demokratik li navçe û bajarên Kurdistanê hat îlan kirin, hêzên dewletê û hikûmeta AKP'ê li hember vîna xwerêveberinê êrîş pêk anî. Gelê Kurdistanê li hember êrîşan bi mihane li berxwe dide. Li Cizîrê ligel hemû hewlêdanên gel hikûmet destûr nade ambulans birîndarên di bodrumê de werbigre. Malbatê Îslam Balikesîrê ku ew jî birîndare li Cizîrê li navenda ÎHD'ê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Hevserokê ÎHD'ê Îsmaîl Akbulut axivî. Îsmaîl diyar kir ku hikûmetê li hember mirovahiyê wîjdana xwe wenda kiriye û got divê dewlet bi dimildestî birîndar bigrin û dermanbikin.
Pişti axiftina İsmail Dayika İslam Tûlî Balikesir axivî. Tûlî bertek nîşanî hikumetê da û got, "İslam niha têkoşîna jiyanê dide em nizanin ku saxe yan miri ye. Divê dewlet bilez dest ji vê helwest berde, mirov jiyana xwe ji dest didin. Bila deng û qirîna me dayîkan bibihize." Tûlî destnîşan kir ku ew ê derbarê vê rewşê de lêpirsîn vekin.
(zyd/rc)