Nesrîn Abdûllah: Xwerêveberî wê azad bike

12:01

JINHA

PARÎS - Di civîna ku li Parîsê Fermandara YPJ’ê Nesrîn Abdûllah tevlî bû de berxwedana xwerêveberiyan hat silavkirin. Nesrîn got modela Rojava tenê dikare Rojhilata Navîn ji kaos û şer rizgar bike.

Li paytexta Fransa Parîsê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li herêma Vîlleneûve-Saînt Georgesê bi tevlîbûna Fermandara YPJ’ê Nesrîn Abdûllah ve civînek gel hat lidarxistin. Civîna rastî eleqeyek mezin hat bi rêzgirtinê destpê kir. Nesrîn bal kişand ser berxwedanên xwerêveberiyê yên li Bakurê Kurdistanê, diyar kir ku gelê Kurd tenê dikare bi avakirina xwerêveberiyan xwe azad bike.

'Zilm ne qedere'

Nesrîn got Şoreşa Rojava ji bo tevahî Rojhilata Navîn jiyanek alternatîf ava kiriye, koletî, zext, zilm ne qedera gelan e û got tenê modela Rojava dikare Rojhilata Navîn ji kaos û şer rizgar bike. Nesrîn wiha axivî: “Li kantonan bi awayekî demokratîk nûnertiya tevahî gel û koman tê kirin, Mînaka herî xweş a bê ka çawa Suryan, Ermen, Tirkmen, Ereb bi hev re dijîn li Rojava hatiye îspatkirin.” Nesrîn bal kişand ku feraseta neteweya demokratîk pêşeroja gelên Rojhilata Navîn e. Nesrîn Abdûllah piştî aktîvîteyê li qada Evry a Parîsî bi sedan Kurdistanî re civiya. Li vir berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê hat silavkirin.

(rc)