Derbasbûna xebatkarên tenduristiyê cardin hat astengkirin
12:46
JINHA
ŞIRNEX - Endamên TTB û SES ên ku xwestin biçin Cizîrê ji bo mûdaxaleyê birîndarên ku 10 roj in li benda rakirina nexweşxaneyê ne, 12 xebatkarên tenduristiyê carek din di derketina Midyadê de hatin astengkirin.
12 xebatkarên tenduristiyê yên endamên TTB û SES ên dixwestin ji bo mûdaxaleya 15 birîndarên ku 10 roj in di bodrûma malekê de asê mane biçin Taxa Cûdî ya Cizîrê, carek din di derketina Midyadê de hatin astengkirin. Hat ragihandin ku ambûlansa ku xebatkarên tenduristiyê tê de ne hewl da ji Mîdyadê bi ser Nisebînê re derbasî Cizîrê bibe ji aliyê tîmên taybet ên Tirk bi wesayîtên zirxî ve bi biryara walî hate astengkirin.
Li ser astengkirina xebatkarên tenduristiyê, xebatkar vegeriyan. Tê payîn ku xebatkarên tenduristiyê bi rêya Hezexê re derbasî Cizîrê bibin.
(rc)