Viyan Soran li Til Temir hat bîranîn

13:50

JINHA

TIL TEMIR -Yekîtiya Star îro li bajarê Til Temir ji bo bîranîna şoreşger Viyan Soran (Leyla Velî Hisên) bi beşdarbûna bi sedan jin civînek li dar xist.

Yekîtiya Star îro li Navenda Çand û Hunera Demokratîk ji bo bîranîna Viyan Soran civînek li dar xist. Civîn bi deqeyekê rêzgirtin ji bo şehîdên şoreşê destpê kir. Endema Rêvebera Yekîtiya Star Ronahî Rojava di civînê de derbarê jiyan, kesayet û çalekiya Viyan Soran de axivî. Ronahî da zanîn ku "Viyan Soran çalekgereke qehreman e ku ji bo mesafeya di navbera me û Rêbertî de bidawî bike agir bi laşê xwe xist. Viyan bersiveke li beramberî komploya Navnetewî ye."

Ronahî destnîşan kir çalakiya Viyan, felsefe û girêdana wê ji bo jinên azadîxwaz mînak e. Ronahî çalakiya fedayî ya Arîn Mîrkan li Kobanê pêk anî ku bala cîhanê tev kişand wek şopandina rêya Viyan Soran pênase kir û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê ku tev jinên Kurd û ên şoreşger hemû li ser şopa Viyan Soran bimeşin û bizanibin ku azadiya Rêber APO azadiya jinê ye. "

Piştî axaftina Ronahî Rojava sînevîzyonek di derbarê Viyan Soran de hate nîşandayîn û civîna bîranînê bi durûşmeyên "Şehîd Namirin" "bijî Serok APO" bidawî bû.

(nm/en/rc)