Li Colemêrgê greva birçîbûnê di roja 11'an de berdewam dike
13:58
JINHA
COLEMÊRG - Li Colemêrgê sazi ji bo ku pêvçûnên li Kurdistanê berdewam dikin bi dawi bibin ev 11 rojin di greva birçibunê da ne.
Ji bo ku komkujiyên li Kurdistanê diqewimin bi dawî bibin saziyên Colemêrgê ev 11 rojin li avahiya ÎHD'ê di greva birçibûnê de nin. Greva birçîbûnê ya dorveger her 2 rojan saziyek dewir digire. Nobet ji aliyê welatiyan ve tê ziyaret kirin. İro jî Çand û Hunera Feqiyê Teyran û Partiya Civaka Demokratik(KCD) gireva birçîbûnê bi daxuyaniyekê ji HDP'ê dewir digirin. Daxuyanî ji aliyê Rêveberê Çand û Hunera Feqiyê Teyran Şemsettin Çifçi ve hat xwendin.
Şemsettin diyar kir ku ji bo mirovahi di jêrzemînê de neyê qetil kirin wan greva birçibunê dewr wergirt û wiha got: "Li her deverên Kurdistanê di bin dorpeça hikumeta AKP'ê dene. Li Cizîrê di jêrzemînê de mirovahî li ber qetilkirinê ye, lê hikumet nahêle ambulans biçin birindaran derman bike. Em ji livir ji bo denge xwe bigihînin Cizîrê ketin greva birçibunê. Heya ku dorpeça hikumeta AKP'ê bi dawî dibe emê li vir çalakiya xwe berdewam bikin."
Piştî axiftina Şemsettin saziyên nû grev dewir girtin û dest bi greva birçibunê kirin.
(zyd/zt)