Nûçegihana DİHA yê Elif Çetiner hat binçav kirin
14:11
JINHA
STENBOL - Endamên Meclîsa Ciwanên HDK'ê yên ku ji bo balê bikşînin ser rewşa birîndarên li Cizîrê, Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajêr a Stenbolê dagir kirin, hatin binçavkirin. DÎHA yê Elîf Çetîner a ku nûçe dişopand jî hate binçavkirin.
Endamên Meclîsa Ciwanên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ji bo balê bikşînin ser 15 birîndarên ku ev 10 roj in li Cizîrê li benda ambulansê ne, Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajêr a Stenbolê dagir kirin. Di çalakiyê de, nûçegîhana Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) yê Elîf Çetîner a ku nûçe dişopand jî hate binçavkirin.
Kesên hatin binçavkirin birin Navenda Polîsan a Kumkapi.
(zt)