Dêrik bi merasîmek Viyan Soran bi bîr anî
17:14
JINHA
DÊRIK - Ji bo bîranîna 10. salvegera çalakiya Viyan Soran (Leyla Welî Hisên) îro li bajarê Dêrikê Navenda Çand û Hunerê mersîma bîranînê hate lidar xistin.
Li Dêrikê Navenda Çand û Hunerê 10. Salvegera çalakiya Viyan Soran merasîmeke bîranînê bi pêşengiya Yekîtiya Star hate lidar xistin. Çalakiya bîranînê bi deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên şoreşê destpê kir. Rêvebera Yekîtiya Star Daliya Şiblî axaftina vekirinê kir. Daliya li ser navê Yekîtiya Star çalakiya Viyan Soran silav kir û got: "Hevala me Viyan Soran di 2'ê Sibata 2006'an çalakî li dar xist. Ev çalakî li dijî komploya Navnetewî û bêdengiya li beramberê wê bû." Daliya Şiblî di dewama axaftina xwe de kesayeta Viyan vegot û wiha domkir, " Viyan Soran di sala 1997'an beşdarî têkoşîna azadiyê bû, heya roja şehadeta xwe jî her kêlî bi xeta azadiya jinê ve girêdayî têkoşîna xwe bilind bu. Ev çalakî jî di wateyekê de şiyarkirina bêdengiya li hember komployê bû."
'Emê li ser xeta Viyan bimeşin'
Dayîka bi navê Sebah Elî yê ku beşdarî merasîma bîranînê bibû wiha nêrînê xwe derbarê rojê de anî ziman: "Ez hevala Viyan Soran bi rêzdarî bi bîrtînim. Em ê wek jin ser xeta hevala Viyan bimeşin û çi ji me were xwestin di vê rêyê de em ê pêk bînin." Rêvebera Yekîtiya Star a Dêrikê Heyfa Hecî jî çalakiya hevala Viyan nirxand û got: "Ziman li pêşberî vê çalakiyê lal dibe. Hevala Viyan evîndara azadiyê bû. Em ê wê û çalakiya wê bişopînin."
Jina Suryan Viyan bi bîr anî
Jina Suryan Hiyam Semra jî got: "Em wek gelê Suryan hevala Viyan bi bîr tînin. Em di vê merasîmê de amade bûn ji bo nîşan bidin ku wê ne tenê ji bo jinên Kurd ji bo tevahiya jinan canê xwe fedayê azadiyê kir."
Piştî axaftina Daliya Şiblî sînevîyonek li ser jiyan û çalekiya Viyan Soran hate nîşandayîn. Merasîma bîranînê bi durûşmeyan bi dawî bû.
(db/en/rc)