Yekîtiya Star li Kobanê Viyan Soran bi bîr anî
17:30
JINHA
KOBANÊ - Yekîtiya Star bi civîneke ku bi dahan jin tevlî bûn merasîma bîranîna Viyan Soran li darxist. Di merasîmê de kesayeta Viyan û têkoşîna wê ya li hemberî komploya Navnetewî hate vegotin.
Îro li bajarê kobanê bi boneya salvegera çalakiya Viyan Soran merasîmeke bîranînê ji aliyê rêxistina Yekîtiya Star ve bi deqeyek rêzgirtinê hate destpêkirin Rêveberiya Yekîtiya Star a Kantona Kobanê Semîra Ehmed di merasîmê de axivî û got ku, "Kesayeta Viyan Soran mînaka jina fedaî ya ku ji bo azadiya jin û gelê xwe bi qehremanî jiya û çalakî pêkanî ye."
Semîra bal kişand ser têkoşîna Viyan Soran a li çiyayên Kurdistanê û wiha domkir: "Ew weke jineke Soran rastiya siyasetên li Başûrê Kurdistanê û Partiya PDK'ê ku bi navê kurdan bi rûmeta gelê Kurd û welatê me dileyîze, baş analîz kiribû. Ji ber vê di rastiya Rêber APO de mînaka Rêbertiya rast û durûst ku ji bo gelê xwe dixebite dît. Ji ber vê girêdana wê bi Rêber APO û azadiya gelê Kurd ve pir mezin bû."
Semîra got, "Viyan Soran bi çalakiya xwe ya fedaî li hemberî komploya Navnetewî ya ku Rêber APO hedef digirt, peyama têkoşîna azadkirina Rêber APO da, Di roja îro de jî tecrîda şidandî li ser Rêber APO berdewam dike. Lewma pêwîste em weke jinên Kobanê û yên Rojava bi rihê hevala Viyan têbikoşin û bi taybet li dijî şerê qirêj û qetlîamên dewleta Tirkiyê berxwedana gel a li Bakûr piştgiriya xwe xurt bikin."
Di dawiya merasîmê de jinan diruşmeyên 'Şehîd Namirin', 'Bê Serok Jiyan Nabe' û 'Bijî Berxwedana Bakûr' berz kirin.
(ze/zd/en/rc)