Jinên Başur: Tirkiye amadekariyên dagirkirina Başur dike

09:01

Şengar Biradost/JINHA

SILÊMANÎ - Jinên Başurê Kurdistanê dagîrkeriya dewleta tirik ser Başurê Kurdistanê wek planek navnetewî bi nav dikin û dibêjin; "Em wek jinên Başurê Kurdistanê wê siyaseta ku parçebun û nakokî di xe nav hizira netewî ya kurdan napejirînin û li hember vê heya dawiyê tekoşîn dikin."

Di 30'ê çeleyê de li bajarê Silêmaniyê yê Başurê Kurdistanê ji aliyê Tora Nerazîbûnên Başur ve konferansek ser mijarên rojevê û rewşa Başurê Kurdistanê hat lidarxistin. Endama Tora Nerazîbûnên Başur Zara Ehmed li gel aktîvîst a rêxistinên jinan û Helbestvan Kejal Nurî di derbarê mijarên di konferansê de hatin nîqaşkirin de nirxandin kirin.

'Tirkiye amadekariyên dagirkirina Başur dike'

Endama Torên Nerazî yên Başur û Endama Komîteya Amadekara Konfiransê Zara Eehmed ragihand ku ew wek jinên Başurê Kurdistanê wê siyaseta parçebun û nakokî di xe nav hizira netewî ya kurdin nepejirînin û li hember vê heya dawiyê tekoşîn bikin û wiha axvî: "Em hebuna kompanî, Artêş û dagîrkeriya dewleta Tirikan bi tu awayî napejrînin, ji bo wê jî emê bi kevin tevgerê. Gelê Başur dijî baregehên leşkerî yên Arteşa Tirkin. Gelê Başur ji vê hevkariya hêz û aliyên Kurdî nerehetin. Gel di îsiyanê daye. Çunkî êdî bostek xaka Başur nemaye ku dagîrker dubare dagîr nekiribe. Hêzên biyanî ji bo me xeteriyek mezinin. Di Başurê Kurdistanê de çand û zimanê tirkî tê feriz kirin. Di dibistanan de Zimanê Tirkî tê xwandin."

Zara bilêv kir ku hêzên deshilat bi alîkariya alîgirên siyasiyên Başur planek demdirêj çêdikin û wiha domand: "Ev pilanek demdirêje li ser gel tê pêkanîn, pilanek navnetewiye li hember hebûna gel. Lê belê li Başurê Kurdistanê rewşek din tê jîn. Di siyasetê de xitimandinek mezin tê jîn. Di xwazin civak bi van cîvînên xwe yên ku tu encam nagirin, bi xapînin. Em wek jinên Başurê Kurdistanê wê siyaseta ku parçebun û nakokî di xe nav hizira netewî ya kurdan napejirînin û li hember vê heya dawiyê tekoşîn dikin."

'Hevkariya hêzên başur bi dijberan re rê li pêşiya Lozanek din vedike'

Aktîvîsta rêxistinên jinan û Helbestvan Kejal Nurî jî anî ziman ku demek dirêje dewleta Tirik li ser Başurê Kurdistanê di xebite û wiha domand: "Di aliyê zanist, siyasî û leşkerî de demeke dewleta Tirik li ser Başurê Kurdistanê di xebite. Siyaseta asmîlasiyon ji aliyê faşîzma tirik li ser Başurê Kurdistan tê meşandin. Di zanîngehan de jî tirikbûn tê feriz kirin. Herweha di aliyê abûrî de jî bingeha sermaye ya Başur ji aliyê sermayedarên tirik ve tê rêve birin."

Kejal banga li gelê Başurê Kurdistanê kir û got: "Ez bang li gel dikin ku şiyar bibin, dewleta tirik Başur dagîr dike. Heya çi dem em li hember wan kiriyaran bêdeng bin. Her roj balafirên dewleta tirik axa Başur bomaba baran dike. Komkujiyan pêktîne. Ji bo wê pêwîste destpêkê jin her kes li hember wan kiriyarên ku rê li ber Lozanek din ve dike, bigirin. Ez banga lezgîn li gelê Kurd dikim ku rê li ber Lozanek din bigirin."

(zt)