'Dê jin xeyala Viyan a azadiya Rêber Apo pêk bînin'
09:03
Sorgul Şêxo-Jînda Azad/JINHA
TIL TEMIR - Endama Yekîneyên Parastina Jinê YPJ'ê Nêrgîz Baz wataya çalakî û kesayeta Viyan Soran vegot.
Fermandara YJA-Starê û Endama Komîteya Jinûve Avakirina PKK'ê Viyan Soran (Caf) di 2’ê sibata 2006’an de bi armanca balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir. Di 10. salvegera çalakiya Viyan Soran (Leyla Velî Husên) de endama YPJ'ê Nêrgîz Baz ew bi bîr anî û diyar kir ku "Îro Jinên YPJ'ê bi rihê Viyanan dijîn û têkoşîn dikin." Nêrgîz hevokeke ji nameya Viyan Soran a 'Ez ticar fêrî dûriya ji Rêber APO nabim' bi bîr xist û got: "Em soza şopandina rêya şehît Viyan Soran dubare dikin û em soz didin xeyala Viyan a azadiya Rêber Apo pêk bînin."
Şervana YPJ'ê Nêrgîz Baz bal kişand ser yekbûn û girêdana Viyan bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Her jinek divê wek Viyan dildara azadiya Rêber APO be. Dema hevala Viyan tê bîra me, jiyana me watedar dibe. Hevala Viyan bi hêz û baweriya xwe reng dida jiyanê, sekna wê ya azadiyê û girêdana wê hember Rêber APO re pir li pêş bû. Her şervanek, her jinek û mirovek divê hevala Viyan bike mînaka jiyana xwe. Her kesek ku dixwaze tevlî Tevgera Azadiyê bibe jî di serî de bila vê xetê ji xwe re mînak bigre. Çalakiya Viyan agirê azadiyê bû, piştî vê çalekiyê tesfiyekariya di hundir de hilweşiya û gelek ciwan tevlî Tevgera Azadiyê bûn."
Nêrgîz got, "Dema me bihîst hevala Viyan çalakî kiriye em pir bandor bûn. Ev çalekî ji me re bû çavkaniya baweriyê û girêdana me ji azadiyê ji Serokatî re jî nû kir. Em wek şervanên YPJ'ê jî bi hêz û baweriya me ji vê çalakiyê wergirtiye em ê gelê xwe biparêzin û em wek jin soza şopandina rêya şehîdan didin."
(en/rc)