Leyla Guven: Girtina Ocalan girtina jinan ne

09:11

Bêrîtan Elyakut/JINHA

AMED - Ser komploya navnetewiya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan girtine anîne Tirkiyê 17 sal derbas bû. Parlementera HDP'ê ya berê Leyla Guven got: "Ji bo kampaniyayên azadiya Ocalan çî ji destê me bê emê bikin. Heya Birêz Ocalan li wê girtî be em jin jî xwe girtî hîs dikin."

Ser komploya navnetewiya 15'ê Sibata sala 1999'an ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan teslîmî Tirkiyê kirî re 17 sal derbas bû. Gelê kurd ji bo azadiya Ocalan bi çalakî û berxwedana xwe nîşe xistina dîrokê berdewam dike. Gelê kurd li Kurdistan û gelek deverên cîhanê dengê xwe bilind dikin û didin zanîn ku komplo negihiştiye armanca xwe. Parlementera HDP'ê ya berê ya Rihayê Leyla Guven di derbarê komploya 15'ê Sibatê de nirxandin kir. Leyla destnîşan kir ku komplo hîna bi heman şêweyî berdewam dike û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de sedemên komployê bi berfirehî vegotiye.

'17 salin gelê kurd li vîna xwe ya aştiyê xwedî derdikevin'

Leyla êrîşên komplogeran ser çar aliyê Kurdistanê bibîr xist û wiha domand: "Welatên hem bi hişmendiya belê mafê kurdane bi nasnama xwe bijîn û hem jî kanton nas nedikirin ruyê wan ê rastiyê derketin holê. Ev tê wateya hêzên naventewî li gorî berjewendî û têkiliyên xwe yên qirêj kurdan digirin dest. Carekdinê gelê kurd nayê van lîstokan." Leyal bilêv kir ku 17 salin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li hember hemû polîtîkayên qirêj ji bo gelê kurd perspektîfek daniye holê û gelê kurd jî li vîna aştiyê xwedî derdikevin.

'Polîtîkayên Tirkiye yên ser Rojava derdikevin holê'

Leyla anî ziman ku tekoşîna 40 salan gelê kurd dide meşandin rastiya Rêbertiyê derxistiye holê û wiha berdewam kir: "Perspektîfa Rêber Apo daniyî holê ji bo hemû cîhanê ronahiyeke û tayîbetî jî ji bo Rojhilata Navîn xwediyê giringiyek mezine. Pergala ku Birêz Ocalan daniyî holê ji bo her çar parçeyan bi vîna xwe biriyar dayîne. Rojava pergala xwe avakiriye, di pergala wan de ji her gelan mirov hene. Li hemberî pergala demokratîk a li Rojava hatî îlankirin herî zêde Tirkiye nerazîbûn nîşan dide. Polîtîkayên Tirkiyê ser Rojava her roja diçe zêdetir derdikeve holê."

'Em dizanin komplo ser jinan kirine'

Leyla destnîşan kir ku Tirkiye cîranbûna DAIŞ'ê girtiye ber çavan lê ya cîranê xwe yê hezar salan naxwaze û wiha dom kir: "Em modela xweseriya demokratîk a ku Birêz Oalan pêşniyar kirî dipejirînin. 15 Sibatê her çendî bi fîzîkî girtina Birêz Ocalan be, di rastiyê de girtina me hemû jinane. Ji ber ku Birêz Ocalan rastiya jinên Rojhilata Navîn pir baş dizane û Rêberek li gora wê perspektîf pêşdixe ye. Ser perspektîfên wî îro li Rojhilata Navîn jin di refên pêş ên tekoşînê de nin. Em dizanin ser jinan komplo hatiye kirin."

'Girtina Birêz Ocalan girtina jinane'

Leyla bilêv kir ku Komara Tirkiyê neçare daxwazên kurdan ên xweseriya demokratîk bipejirînin û wiha pêde çu. "Ev tindiya niha ser akademisyen û rojnamegerên dengê xwe derxistine didin meşandin dê bi ser nekeve. Di kampanyayên ji bo azadiya Birêz Ocalan de çî ji destê me bê emê bikin. Em jin girtina Rêberê xwe weke girtina xwe hîs dikin. Em di 17 saliya koploya 15'ê Sibatê de carekdin komployê şermezar dikin û hêzên komplo pêkanîne dê hesabê wê bidin. Emê jin di 15'ê Sibatê de azadiya Birêz Ocalan biqêrin."

(zt)