Leşkeran tulbenda spî bi zarok ve girê da: Tu di nava 5 deqan de neyê em te gulebaran kin
09:11
Dilan Karamanoglu / JINHA
ŞIRNEX - Ji ber qedexe û êrîşên hêzên dewletê ser Cizîrê gelek welatî neçar man malên xwe berdan û li Basa bicîh bûne. Keça birayê Cebrail Mungan ê bavê du zarokan li Cizîrê hatî qetilkirin Rojin Mungan tiştên dîti wiha vegot: "Dema ku leşerkan em ji malê derxistin, divê me dermanê dayîka xwe girtibana. Ji bo girtina derman leşkeran 5 deqe dem da min. Li serê min tulbendek spî girêdan û diyar kirin ku di nava 5 deqeyan de ez venegerim dê min gulebaran bikin."
Ji ber dorpêç û êrîşên hêzên dewletê gelek welatiyên Cizîrê malên xwe berdane li Basan bicîh bûne. Cizîriyên bi îlana rêveberiyên cewherî re dest bi avakirina jiyana komînê kirine, li taxên Basan ên demî lê cîh bûne jî jiyana xwe ya komunê berdewam dikin. Ji nanê di tenurê de dipêjin heya pakêtek tovikên ji dikanê ji bo zarokan digirin, li gelek kesan par dikin û li her qadê jiyana komunê ava dikin. Jiyana komunê tenê ne li deverên rêveberiya cewherî lê hatî îlankirin, li deverên Kurdistanê tê avakirin.
Tiştên ku leşeran li Cizîrê kirine zarokan vegotin. Biraziya bavê du zarokan Cebrail Mungan ê li Cizîrê hatî qetilkirin Rojin Mungan da zanîn ku di roja duyan a qedexeya derketina kolanan de leşker ketin kolanan mala wan lêye û wiha domand: "Me hewil dida şevê li ber dengê tang û topan razin. Ji ber wan dengan deruniya xwişk û birayên min xirabû. Di roja duyemin a qedexeya derketina kolanan de leşker ketin taxa mala me lêbûye. Dapîra min ji malê reviya. Leşker ketin mala me û nivînên me şewitandin. Sifreya me belav kirin, derî û paceyên me şikandin, her tişt li mala me kirin."
'Leşkeran ez û bavê min gulebaran kirin'
Rojin bilêv kir ku leşkeran ew û bavê wê gulebaran kirine û wiha berdewam kir: "Dema ku leşker ketin kolana me, cîranên me hatin ji me re gotin. Ez wê demê li ber derî bûm. Bavê min jî di nava baxçê malê debû. Bavê min li leşkeran dinêrî ketin kolanê yan na. Min jî xwest biçim gel bavê xwe. Dema ku min serê xwe ji malê derxist leşkeran ez û bavê min gulebaran kirin. Min û bavê xwe xwe li erdê dirêj kir. Ewqas êrîş kirin ser me de dîwar hatin xwarê, parçeyek dîwar hat bi ruyê min ket. Ez fikirîm gule bi bavê min ketiye. Hêdî hêdî bi xişkandinê me her du yan jî xwe gihandin malê."
'Ger di nava 5 deqeyan de hun venegerin emê we gulebaran bikin'
Rojin, diyalogên nava xwe û leşkeran dema ketîn mala wan jî wiha anî ziman: "Dema ku leşkeran em ji malê derxistin, bavê min ji wan re da zanîn ku dayîka min nexweşe divê dermanên wê bên girtin. Paşê ji bo girtina derman ez çum malê. Li serê min tulbendek sipî girêdan û diyar kirin ku divê di nava 5 deqeyan de ez vegerim, yan jî dê min gulebaran bikin. Ez ji piştî wan gotinan bi bez ketim hindirê malê, min dermanê dayîka xwe girt û bi lez derketim." Rojin destnîşan kir ku ew bi zora leşeran ji Cizîrê derketine û got: "Ew Cizîrê bi erdê ve bikin yek jî em dest jê bernadin."
'Erdogan zilmê li me dike'
Ji zarokan Ahmed ê 17 salî jî got: "Em dibin şer de man. Di roja 4'an a dorpêçê de leşker gihan mala me û ji me re gotin: 'Hema derkevin, yan jî emê we hemûyan geber bikin.' Emê çî bikin ketin şaşwaziyê. Ti cihê em çobanê nebû, em neçar man ji taxê derketin, di dema derketinê de jî em gulebaran kirin. Li gel me hevalên me xistin, dema ku min xwîn dît hindirê min giriya. Her kes ji bo rewşa vê derê bêdeng maye. Bila dawî li qedexeya derketina kolanan bê. Ez bang li hemû cîhanê dikim, bila dawî li qedexeya derketina kolanan bê. Em vegerin mal û axa xwe. Erdogan zilmê li me dike. Davutoglu ji me hemû yan re terorist dibêje. Niha di jêrzemîna avahiyekê de gelek birîndar hene. Ew jî sivîlin."
'Dewletê dibistanên me kirine qerargeh'
Zarokê bi navê Orhan jî bilêv kir ku bi qedexeya derketina kolanan re ew neçune dibistanê jî û wiha dom kir: "Îsal tenê du sê hefteyan em çun dibistanê. Dema ku em diçun dibistanê jî bi gotinên bûyer hene, em ji dibistanê dikirin. Ji xwe dewletê dibistanên me kirine qarargah. Dibistan hatine rewşa êdî neyên karanîn. Ez dixwazim demek berê aştî çêbibe. Bila êdî zarok nemirin."
(zt)