Ji bo nûçegihana me Filiz Zeyrek teklîfa ajaniyê kirine!

10:36

JINHA

EDENE - Du kesên xwe bi navê qeymeqamiyê û alîkariya civakî binavkirine ji bo nûçegihana me Filiz Zeyrek teklîfa ajaniyê kirine. Li ser bertekên Filiz wan kesan ew tehdîd kirine.

Nûçegihana me ya Edeneyê Filiz Zeyrek ji aliyê yek jê jin du kesên xwe weke 'peyîwirdarên dewletê' binavkirin ve rastî teklîfa ajaniyê hat. Jina bi navê Ceyda îdiakir ku berî 3 mehan di Saziya Alîkariya Civakî de xebitiye, ji bo dayîka du zarokan Filiz gotiye: "Ez gelek ji te bangorbûme, ez dixwazim alîkariya te û du zarokên te bikim." Filiz bilêv kir ku paşê jê re wiha gotiye: "Mirovek min heye di qeyemqamiyê de dixebite, dê ew zêdetir bikare alîkariyê bike." Filiz da zanîn ku paşê dema kesê qal dikir hatiye vekirî ji bo wê teklîfa ajaniyê kiriye. Filiz destnîşan kir ku beranberî teklîfa ajaniyê qala malek û her meh hezar TL yan kirine. Filiz bilêv kir ku dema bertek nîşan daye bi dozek a wê ya ji ber tevlî meşek a li hember madeyên narkotikê bûye de ew tehdîd kiriye.

(fz/zt)