3 rojin ji birîndaran agahî nayê girtin

10:40

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîrê ev 3 roj e ku ji 15 birîndarên ku di qata jêrzemîna avahiyekê de ne tu agahî nayê girtin. Hate diyarkirin ku 5 cenezayên ku duh li Taxa Cudiyê hatin dîtin ji bo otopsiyê dê bişînin Şirnexê.

Li Cizîrê ji 15 birîndar û 9 welatiyên ku ji ber êrîşên hêzên dewletê li Taxa Cudiyê di qata jêrzemînê ya avahiyekê de asê mane û 11 roj e li benda ambulansê ne, 3 roj e tu agahî nayê girtin û fikarên der barê jiyana wan de jî her ku diçe zêdetir dibe. Herî dawî 3 roj berê birîndar, di çarçoveya hevdîtinên bi Wezareta Karên Hundirîn re, bi parlamenterên HDP'ê re axivîbûn.

Her wiha, cenazeyê 1 ji wan jin 5 kesên ku duh li Sikaka Reyhan a Taxa Cudiyê hatin dîtin û nasnameyên wan nehat zanîn, îro ji bo otopsiyê sewqî Şirnexê tê kirin. Li gor agahiyên destpêkê, 4 cenaze ji malekê ku şewitiye hatiye derxistin.

Cenazeyek din jî hate dîtin

Hate diyar kirin li Sikaka Guluşuk a Taxa Cudiyê cenazeyek din jî hatiye dîtin û rakirine Nexweşxaneya Dewlete ya Cizîrê. Hate zanîn ku li heman sikakî, du jinên ku navên wan nehat zanîn jî hatine binçavkirin.

(zt)